Polîsên Tirk doh serê sibehê avêtin ser avahiya Şaredariya Sûrê ya Amedê. Dor li avahiya şaredariyê girtiye. Polîs li nava avahiyê geriyan. Polîsên Tirk her wiha avêtin ser mala Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn û endamê Meclîsa Şaredariyê Yilmaz Eken.

Polîs li nava Bûlûttekîn û Eken geriyan û ew kirin binçavan.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz ragihand ku di dema binşavkirinê de polîsan çek dane serê Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn.

Aydenîz got: “Di dema binşavkirina Hevşaredara me ya Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn de ew li erdê dirêj kirin û çek dan serê wê.

Di hilbijartinê de hûn bi ser neketin, hûn hewl didin hêrsa xwe ya li dijî vî gelî ji nûnerên gel ên hilbijartî hilînin. Divê hûn vê ji bîr nekin, hûn ê ti carî bi hilbijartinê wan şaredariyan nikaribin werbigirin.” 

 

AMED