Li dijî şîrketa sîlehan Rheinmetallê ya ku yek ji şîrketên Elman e û sîlehan difiroşe dewleta Tirk ji 5’ê Gulanê heta 21’ê Gulanê meş û xwepêşandanên protestoyî wê li Elmanyayê bên lidarxistin. Li dijî şirketa çekan a Elman Rheinmetallê ji 5’ê Gulanê heta 21’ê Gulanê meş û xwepêşandanên protestoyî wê di serî de Elmanya li gelek welatên Ewrûpayê bên lidarxistin. Çalakî wê ji aliyê organîzasyonên li dijî şer û alîgirê aştiyê ve bên lidarxistin ku Kurd jî di nav de hene. Ji 5 heta 21’ê Gulanê wê li gelek bajaran bazirganiya çekan bê şermezarkirin. NAV-DEM’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û ji bo meş û xwepêşandanên girseyî banga beşdariyê kir. Elmanyayê her tim li cem Tirkiyeyê cih girtiye Di daxuyaniya NAV-DEM’ê de hate gotin, “5’ê Gulanê wê şirketa çekan a Elman kargeha Rheinmetall bi meşan were şermezarkirin. Di şerê demdirêj ê Tirkiyeyê de yê ji bo tinekirina Kurdan, Elmanyayê her tim li cem Tirkiyeyê cih girtiye. Di şerê Efrînê de jî Elmanyayê li nêzî Tirkiyeyê cih girt û bû welatê sereke yê Ewrûpayê ku destek da vî şerî. Tankên Elman li Efrînê li dijî sivîlan hatin bikaranîn. Tevî nerazîbûnan jî Elmanya xwe nade ber pêkanînên li dijî Tirkiyeyê. Li şûna ku hikûmeta Elman di nava NATO’yê de vê êrişa dagirkeriyê şermezar bike, hikûmeta Merkel bû hevparê sûcên dewleta Tirk û vê hevpariya xwe hê didomîne.” Di dema qirrkirina etnîk de jî sîleh firotin NAV-DEM´ê bi brî xist ku Elmanyayê di dema qirrkirina etnîk a li Efrînê jî di nava 20 rojan bi buhayê 4.4 milyon dolarî çek û cebilxane firotiye dewleta Tirk û wiha dewam kir: “Bi rengekî hêsanî û bê astengî ev çek radestî Tirkiyeyê hatin kirin. Yên ku ev çek firotine dewleta Tirk bûne hevparê vî sûcê giran.” NAV-DEM´ê da zanîn ku meş û xwepêşandanên protestoyî yên 5’ê Gulanê li dijî Kargeha Rheinmetall bên lidarxistin ji aliyê gelek saziyên dost, dijberên şer û alîgirên aştiyê ve tên organîzekirin û wiha banga beşdariyê kir: Em bang li hemû pêkhate û gelên xwe dikin ku bi xurtî tevlî van çalakiyan bibin.” Bernameya çalakiyan Bernameya çalakiyan wiha ye: Dusseldorf: 5’ê Gulanê 2018, saet 11.30, DGB Haus, Friedrich-Ebert- Straße 34 – 38 Berlîn: 5’ê Gulanê 2018, saet 15.00, S/U Westhafen/Platz vor dem MOA Bogen 5 Berlîn: 7’ê Gulanê 2018, saet 17.30, Pêşiya Hotel Maritimin (Hevparên Rheinmettalê wê bên şermezarkirin) Berlîn: 8’ê Gulanê 2018, saet 10.00, Hotel Maritim, Stauffenbergstr. 26 Goettîngen: 8’ê Gulanê 2018, saet 19:00, Zentrales Hörsaalgebäude Universität Göttingen, Platz der Göttinger Sieben 5 (Panel) Stûttgart: 10’ê Gulanê 2018, saet 12:00, Li pêşiya US-AFRICOM-Stuttgart-Möhring, Li dijî bareghên leşkerî yên DYA mîtînga aştiyê Munster: 12’ê Gulanê 2018, saet 11:00, Navenda Bajêr/48143 Müster (Panel) Stûttgart: 14’ê Gulanê 2018, saet 19:00 Welthaus Stuttgart/Charlottenstr. 17 (Penal) Stûttgart: 15- 17’ê Gulanê 2018, Messegelände/ Messepiazza 1 Stûttgart: 15’ê Gulanê 2018, saet 08:00- 09:00 Landgericht Stuttgart, Olgastr. 2 (Nobeda hişyarkirinê) Stûttgart: 16’ê Gulanê 2018, saet 17:00, Messe Stuttgart, Messepiazza 1 (Mîtîng) Meşa dirêj Wekî din wê li eyaleta Baden-Wurttembergê 21’ê Gulanê meşeke dirêj dest pê bike û heta 2’ê Hezîranê dewam bike. Meş wê li Oberndofê dest pê bike û heta Berlînê bidome. n NAVENDA NÛÇEYAN