Pêr wezîrê karê derve yê Elmanyaya Federal Sigmar Gabriel li Berlînê îşaret pê kir ku ji ber siyaseta şantaj û girtina welatiyên Elman li Tirkiyeyê, ew ê siyaseta xwe ya Tirkiyeyê ji nû ve diyar bike. Di vê çarçoveyê de behsa sê mijarên mueyîdeyan jî kir weke hişyarkirina Elmanên diçin Tirkiyeyê, di ber çavan re derbaskirina garantiyên dewletê ji bo çirketên Elman ên li Tirkiyeyê veberhênanan dikin û astengkirina alîkariyên Yekîtiya Ewrûpa ji bo Tirkiyeyê.
Doh jî rojnameya Elman Die Bildê eşkere kir ku rêveberiya federal li Berlînê hevkariya xwe ya eskerî û alîkariya eskerî bi Tirkiyeyê re bicemidîne. Hema piştî vê nûçeyê, wezareta bergiriyê ya federal a Elmanyayê daxuyaniyek da û da zanîn ku ew hemû projeyên bergiriyê di ber çavan re derbas dikin, û bi vê yekê nûçeya li ser mijarê ya rojnameya Die Bildê piştrast kir. Li gorî nûçeyê, rêveberiya Merkel hemû projeyên xwe yên biçekkirinê yên bi Tirkiyeyê re radiwestîne. Rojnameyê agahiyên nûçeya xwe spartin çavkaniyên hikûmetê yên li Berlînê. Li gorî van çavkaniyan, gava pêşî ev têkilî wê demkî bên cemidandin.
Bi vî rengî wê cara yekê be ku welatekî endamê Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) hevkariya xwe ya eskerî ya bi endamekî din ê NATO’yê re dibire. Gelek fabrîkayên Elman ên çekan hildiberînin, li Tirkiyeyê ne.
Projeya Rheinmetallê jî wê betal bibe
Tevî ku hikumeta Elman di mehên bihurî de peymanên firotina çekan ji bo Tirkiyeyê asteng kiribûn jî şîrketa Rheinmetall a Elman plan kiribû ku li Tirkiyeyê fabrîkayeke hevpar a tankan çêke. Sala 2015’an di navbera Rheinmetall û Saziya Endustrî Makîna Kîmya ya Tirk de, ji bo çêkirina cebilxaneyê û modernîzasyonê, peyman hatibû mohrkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sigmar Gabriel pêr, piştî girtina aktîvîstê mafên mirovan ê Elman Peter Steudtner li Tirkiyeyê, hin mueyîde li ser rejîma Erdogan ferz kiribû: “Birrîna alîkariyên ji Yekitiya Ewropayê tên kirin”, “hişyariya ger û geştê li welatiyên Elman” û “ji nû ve nirxandina garantiyên li ser krediyê ji bo şirketên Elman li Tirkiyeyê”.
BERLÎN