BERHEM LETÎF / ROJNEWS / SILÊMANÎ
Li parêzgeha Silêmaniyê îsal 3 filmên dirêj û zêdetirî 20 kurtefilman hatine hilberîn. Ji derveyî vê, hinek dokumenter li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê û berxwedana hêzên pêşmerge ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatine tomarkirin. Ji van film û belgefilman hinek di Festîfala Filman a Navneteweyî ya Silêmaniyê ya 4´an de hatin nîşandan. Yej ji van filman ‘Peykerê dil’ bû û dahata wê pêşkêşê zarokên Rojavayê Kurdistanê hate kirin.
Rêveberê Beşa Sînema ya li Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê, Azad Pênciwênî ji bo bipêşxistina sînema û hunerê Kurdî banga boykota rêzefilm û sînemaya Tirkî kir.
Azad Pênciwênî got, “Dema wê hatiye ku li ser piyê xwe rawestîn. Bikarîn wan bûyer û karasatên hatî serê gelê Kurd, bikin film û belgefilm.”
Li ser Ocalan mirov dikare 50 filman çêke
Azad Pênciwênî hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Rewşenbîrî rexne kir û got, “Bi ti awayî alîkariya sînemaya Kurdî nakin. Çend mijarên dîrokî û neteweyî yên weke Helebce, Enfal, Rojavayê Kurdistanê û me çend kesayetên hêja û xebatkar ên weke Selahedîn Demîrtaş û Abdullah Ocalan hene ku pêwîst e bi riya sînemayê bi cîhanê bidin naskirin. 50 filman dikarin li ser her yekî çêkin.”
Azad Pênciwênî bang li hunermend û sînemakarên Kurd kir ku huner û sînemaya biyanî û Tirkî boykot bikin û wiha domand;”Ji ber ku ji çand û hunera Kurdî dûr e. Ji ber ku sînemakar û derhêner dikarin riya qezenca Tirkiyeyê di ser me re bigirin.”