Peykersaz Çêner Nizarî sala 1976’an li taxa Serşeqam ya bajarê Silêmaniyê hatiye dine. Meraqa Nizarî hîn ji zarokatiyê li ser peykersaziyê xwe didêder û vê qabiliyata xwe keşîf dike. Nizarî  bi xeyala zarokatiya xwe beşê peykersaziya peymangeha hunerên ciwan ya bajarê Silêmaniyê qedandiye û her dem peyker çêkirine. Heta niha 11 peykerên kesayetiyên navdar ên Kurd çêkirine.

Di nav van berhemên kesayetên navdar de peykerên; Teha Celîl, Karwan Osman, Ehmed Selah, Cemal Tahîr, Ehmed Şemal, Nalî û Mehoyî Şaîr hene. Her wiha du xebatên wî yên din jî hene. Peykerê du kemanan jî çêkirine. Yek li parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê daniye û ya din jî li parka Huner a li bajarê Hewlêrê daniye. Her wiha ji bo enfalê jî du xebat dane meşandin.

Bi karên nû re mijûle

Nizarî  niha jî bi çêkirina peykerên kesayetên navdarên Kurd ên bajarê Silêmaniyê Helbestvan Pîremêrd û Ebdulmihyedinê Mele Îbrahim yê bi Ewle Sîs  tê naskirin ve mijûle. Peykersaz têkildari herdû projeyên xwe yên nû ji ajansa RojNews’ê re axivî û got: “Dirêjiya peykerê Ebdulmihyedinê Mele Îbrahim yê bi Ewle Sîs tê naskirin, 2 metre û 15 santîme û bi hîmê xwe re dibe 3 metre û 90  santîm. Ev peyker bi madeyê bironz hatiye çêkirin. Madeya bronz li Îranê tê bi karanin. Em wer difikirin ku di meha Îlona 2017’an de di salvegera çalakiyên sala 1930’an de li ber deriyê Seraya (qesra) Silêmaniyê wê bi merasîmekê perde li ser peyker rakin.  Sponsorê vî karî jî Tofîqê Helwaçiye. Tofîqê Helwaçî xelkê bajarê Silêmaniyê y û Ewle Sîs jî mamê wî ye.”

 Dixwaze bajêr bixemilîne

Nizarî bi berdewamî wiha behsa kar û xebatên xwe yên peykersaziyê dike: “Dema ez peykerekê çêdikim, ez dixwazim peykerê wan kesên ku gelek xizmet kirine û ji bo wan kêm xebat hatine meşandin bikim. Yan jî peykerê wan kesan be ku ez ji wan hez dikim. Ez bi her karekê ve nêzî mehekê mijûl dibim. Ez ji wazareta rewşenbîrî û hikûmetê dixwazim ku em hemû bi hevre vê bajarê xwe bi huner û xweşikbûnê bi xemilînin. Xebatên me yên peykersaziyê gelek kêmin. Ez weke ciwanekî amademe ku li ser bingeha hezkirin û rêzgirtina karê min, ji bo karê hunerî yê vî bajarî xîzmetê bikim.”


RÊZAN MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ