Li bajarê Silêmaniyê bi hezaran kes li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê meşiyan. Di nava girseya meşê de nûnerên aliyên siyasî jî hebûn. Ji Helebce, Kerkûk, îdareya Germiyan, navçeyên Derbendîxan, Çemçemal û Pênciwên jî welatî beşdarî meşê bûn. Girseya xwest ji Baxê Giştî ber bi Seraya Silêmanî ve biçe, ji aliyê polîsan ve bi sedema tedbîrên li dijî vîrusa Koronayê hat astengkirin. Ji ber vê beriya meşê di navbera polîsan û welatiyan de gengeşî çêbû. Polîsan li hember xwepêşanderan gaz û cop bi kar anîn. Di êrîşê de 20 welatî birîndar bûn. Welatiyên di lidarxistina meşê de bi israr bûn, astengiya polîsan derbas kirin û ber bi Cadeya Seholeke ve dest bi meşê kirin. Girseyê di meşê de sirûda Ey Reqîb û dirûşmên, “Bo derve bo derve, artêşa Tirk bo derve”, “Bimirê xiyanet”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Faşîst Erdogan” gotin. Piştî girse gihişt Cadeya Seholeke ji bo şehîdan deqeyek rêz hat girtin û hat gotin; ‘Divê weke gerîla em li dijî dagirkeriyê li ser piyan bin’ SILÊMANÎ/ROJNEWS