Festîvala Gelewêjê bi dirûşmeya “Ramanên Wêrek Meşaleya Ronakbîriyê ye” dest pê dike û wê 5 rojan berdewam bike.
Festîvala Gelawêjê ya îsal ji beşên wekî pêşbirkiya toreyî ye, helbest-çîrok, lêkolînê pêk tê û festîval di asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn de navên ku tevlî pêşbirkê bûne, aşkere dike û xelatê pêşkeşî xweidiyên wan dike.
Jinên cîhanê tevlî dibin
Her wiha jinên ji Kurdistan, Tirkiye, Îran, Iraq, Brîtaniya, Elmanya, Fransa û Polonyayê jî beşdarî festîvalê dibin. Jinên cîhanê derbarê serdestiya zayendî ya mêr û pirsgirêkên jinan de wê guftugo bikin. Di roja sêyemîn ya festîvalê de jî, wê li ser kultur û çandê semîner û çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin. Rewşenbîrên Tirk û Kurd jî li ser romanên nivîskarê mezin Yaşar Kemal de û flîmeke dukomenterî li ser jiyana wî wê lidarbixin.
Di roja çaremîn de jî, pêşengeha pirtûkan û pêşandana tabloyên şêwakarên ku beşdarî festîvalê bûne pêk were. Her wiha wê şevek ji bo helbestan ku wê têde helbestên Kurdî, Erebî, Tirkî û Farsî bên vegotin û yekser jî naveroka helbestan ji zimanên din bo Kurdî bên veghurtîn û wergerandin. Her weha şanoya ji aliyê hunermend Bekir Reşîd ve tê birêvebirin û derhênana wî ye, bê nîşandan.
Festîvala Gelawêjê, ji sala 1998’ê ve li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Iraqê tê organîze kirin û kovarek jî bi navê Gelawêj tê derxistin.
SILÊMANÎ