SEMRA TURAN / MA /DERSIM
Dêrsim bi nebat, deşt û zozanên xwe navdar e. Xwezaya wê ku di her demsalê de xwedî bedewiyeke cuda ye, di bihar û havînan de bi nebat, gul û kulîlkên cuda dixemile. Şilêr/Guldexînên ku li quntarên çiyayê Dersimê şîn tên, bi bedewiya xwe rengekî cuda li xwezaya bajêr bar dikin. Şilêr di meha Adar û Nîsanê de şîn tên, di dawiya meha Hezîranê de jî diçilmisin. Niha êdî wexta wan a xatirxwestinê hatiye û hêdî hêdî diçilmisin.