Silûkî li ber Tirkiyê rabûn
Li Girê Spî ya ku dewleta Tirk dagir kiribû, gel ferzkirina bikaranîna pereyê Tirk protesto kir.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin dewleta Tirk a dagirker wekî li qadên din ên dagirkirî, li ser gel bikaranîna pereyê Tirk ferz dike.
Şêniyan nerazîbûn nîşanî ferzkirina bikaranîna pereyê Tirk dan û çalakiyeke protestoyê li dar xistin. Piştî demeke kurt li navçeya Silûkê jî gel li ber dagirkeran rabû û çalakiya protestoyî kir.
ANF/GRÊ SPÎ