Ka çarika te, Dayê!? Ez li ser nimêjê bûm, çarika min jî ha bi vî meqamî li serê min bû, min xwe daqûl kir da ku herim rikûyê, bi gurmîn û teqînan re dîwarê odê herifî, tankek serî bi serî li min nêrî, ez li vî alî û Mihemedê min li wî alî, ax, ax Xwedê min bi qurbanê kiro; Mihemedê min bi çarçavên egîdane lê bi mitale dimeyizand; bi yekî li min, bi yê duyem li dergûşê, bi yê sêyem li çarika min û bi yê çarem li tankê dinêrî. Min hema bixar ji serê xwe hil dabû çarîka spî û ew di navbera tang û Mihemedê xwe de kiribû hawar... Lê li min derbas dibûn tang yek bi dû yeka din de, û di dawiya malên cîranên cîranên me re derdiketin û mîna tayê ku tu di libên tizbiyan re derbas dikî, ha wisa malên me yek li pey a din tunelî qul dikirin û dikirin dirb û cadeyên ripî rast...

Du cot tiliyên jihevvebûyî yên mîna darên qewsikên zarokên bihêrs û çarika min a çarterîşî kete ber çavê min. Min ew tilî di nava parçeçarika xwe ya reşxwînî de pêçan û anîn da ku bidim çar karxezalên çiyê yên stûrast û çavbironî.

Ji kîjan bajarî yî, Dayê? Dayê bi qurban; Ji Cizîrê bim, ji Sûrê bim, ji Nisêbînê bim an jî ji Efrînê bim, hema bêlome û hew; wan em çavtirsandî fêrî serdestiya xwe kiribû û me jî ew birehetî fêrî bindestiya xwe kiribû, ew stûrast û em stûxwar, ha binêre ev jî parçeyeke din a çarika min e ku min ji serdestiya wan û bindestiya me kiriye kefen. Ha îro ha sibe, ez ê hey vê dîroka naletê têxim bin axa reş bikim.

Ez bi qurbana xezalên xwe yê stûrast bim, perçê din ê çariya xwe jî, ez ê diyarî kenê çiyê bikim, loma ez li vir li benda çiya me. Li vê newala tarî bi axînên xwe dilêr û şêrgelan ji bo siberojan dilorînim. Di vê şeva nalînî de ku kesek li kesî nedikir silava Yezdanî, min ew her çar xezal di himbêza xwe de hilanîn. Tevî ji erd û ezman dibarî xezeba tûranî ... Çi bikim dilê dayikan bi qul e, jê dinizile evîna hebûnî, min da xwe û rabûm; heşt çavên jinên jîyanî li himberî min bi serbilindî dibiriqîn ên ku ji jora zinarên çiyayî şemitîbûn. Min li wan nêrî û ji nava lêvên min filitî; pepûk hûn ji STÛRASTAN in.

We xwe berdaye ji nava xiramên xewle û li dayê bûne mêvan; min ê li bejna we rapêça ala rengîn, çend jî kilîliyên serketinî û ji bajarên bêbext baniya xêliyên roja ronî, lê li min negirin parçeyek ji çarika bixwîn e hemû semyanê min... Ji axirzeman û heta niha em diwelidin berdewam û ji me çêdibin stûxwar lê çiya li wan rast dike stû, mîna dar...

Loma li ber siha darberûyeke aqdeyî birînên derbûyî dikewînim, dengên winda bi fizîniyeke axînî baweşînk dike kesera sorsincirî ya deşt û çiyan li dilê min. Xweziya xwe ya miçiqî bi xwosiya siwariyên ji tariyê filitî re berdidim hinavên qijilî kêlî bi kêlî...

Heşt çavên bi rengîniya pêşerojî mija dilê min li ezmên belav dikirin û xemên li xeftanê min neqişî ta bi ta vedireşandin. Ewrên tayî û bawî ji laşê min mîna duayên sêwiyan ber bi ezmanê ku ez nedibîrê de me, bilind û hey bilind difiriyan.

Lêv bi hesreta peyvên qaçax diterikî, ji axa qelişî dilê dayika pîr dipişkivî, guliyên hespa spî di çavsoriya serdema bêxem de lihevgeriyayî dikizirî û li ser baskê çûka peritî çîroka hebûnê dihate nivîsîn û tîpên peyvên nameya ji axirzemanan di nava lepên kulmoyî de mîna dilê payizê zer diferidî xewnên stêrkan. Li ser şivîleyên şevînan bi dengê kewa terqiyayî vediçiniqî dayika te ya dilçiyayî. Şîn û jîn diherikîn ji her du kaniyên mezrê û dadigirtin hibra pênûsa dîrokê.

Êdî em û janên xwe hogir in. Ew di nava terkên rûyê me de gul vedidin, em wan di dawa xwe de kedî dikin, loma jî em ê, nema li çokên xwe bidin û ne jî em ê porên xwe bi ser janên xwe de hil bikin.

Îca ji Mehabada Yarsan bim, ji Dêrsima Cemgir bim, Ji Kerkûka xwedî axîna bêderman bim, Ji Şingala bi fermanê şîngirtî bim?  Dizanim yekdil im û nema hil têm di nava ti dîwaran de û ji nava kavilan mîna Gul-Leylayan şîn dibim…