
EREM KANSOY / REQA
Şînda Kobanê şervaneke ciwan a ji Kobanê ye ku tevlî nav refên Şoreşa Rojava bûye. Ew beşdarî hemleyên eskerî yên mîna Şehîd Rûbar, pêngava yekê û diduyê ya Xezeba Firatê bûye, û niha jî li bereya Reqayê şerê DAIŞ´ê dike. Şînda ya ji malbateke welatparêz hem dixwaze tola xalê xwe yê şehîd hilîne û hem jî di Şoreşa Rojava û rizgarkirina jinê de bi rola xwe rabe. Ew dibêje, ew dixwaze di Cenga Mezin de hêviyên hevalên xwe pêk bîne, ku wan dixwest Reqayê rizgarkirî bibînin û ew dixwaze piştî rizgarkirina Reqayê, eger li bereyên din şer neke, di jinûveavakirina bajêr û damezrandina saziyên jinan de cihê xwe bigire. Şînda ya ciwan a Şoreşa Rojava ya ji Kobanê, bersiv da pirsên me.
Ferqa Reqayê ji hemleyên din çi bû ji bo te?
Ji bo te ferqa wê çi ye, ferqa Reqayê pirr e. Heta Reqayê erazî bû, Reqa bajar e. Li bajar divê tu bêhtir xwe biparêzî, li dijî sekvanan, li dijî xefkên bombeyan. Heta niha hemleyên din erazî bûn, em fêrî wan bûbûn, niha ev bajar e, gelekî guhertiye. Ev cara yekemîn e ez tevî hemleyê bajêr dibim. Ez tevlî êrişê dibim, tecrûbeyên xwe min li vir girtine.
Di hemleya Reqayê de Jinan pêşengî kir, di kordîneya şer de jî pêşengî kir. Hebûna YPJ´ê bi vî rengî tu çawa dinixînî?
Weke jin, dema mirov bibîne hevalên jin di kordîneya şer, di milên şer û êrişan de cihê xwe digirin. Di tîmên sabotaj, sekvaniyê, lojîstikê de hevalên jin cihê xwe digirin; li ku bê xwestin li wir in. Ji ber wê jî nexasim, dema ez bi xwe dibînim, jin wê tişta di civakê de dibêjin, jin nikare bike, dikin, weke ketina nav tîmên antî-terorê, ez kêfxweş dibim. Dema jin bi serdikevin, ji bo min pîroz e û ez pê serbilind dibim.
Di êrişên DAIŞ´ê de cihêtî çi ne, tu dikarî vebêjî? Wekî din tu bi xwe wekî jin rizgarkirina Reqayê çawa dibînî?
Di pêngavên beriya wê de taktîkên DAIŞ´ê ne zêdebûn. Di dema hemleya Mebrûka wan de, DAIŞ´ê mayîn pir bi kar anîn. Sekvanî kêm bû, hebû, lê kêm bû. Li hemberê me niha taktîkên gerîla bi kar tînin. Ango bi komên pişûk tev digerin li vir. Du kes, sê kes, yek jê segvan e û hevdu diparêzin. Niha di taktîkên wan ên Reqayê de mayîn hene, segvan hene û ya din jî bi komên piçûk piçûk şer dikin.
Bi beşdariya xwe ya weke jin a di Cenga Mezin de, ez dixwazim hêviyên hevalên xwe yên jin pêk bînim. Ez dixwazim hêviyên wan hevalên şehîd pêk bînin. Wan belkî nedît, lê em dixwazin hêviya wan bi ser xistin. Hevalên me yên YPJ´yî yên di êrîşê de şehîd bûyî, xewn û hêviya wan bû.
Çi kir ku tu bi xwe beşdarî YPJ´ê bûyî, hêviyên te çi bûn, armanca te çi bû?
Beşdariya min a nav şoreşê, malbata min welatparêz e; xalê min j şehîd bûye. Bêhtir daxwaza min bû, min xalê xwe nedîtibû, lê dayika min gelekî behsa wî dikir û daxwaza min pirr bû. Dema şoreşê jî dest pê kir, birayê min tevlî nav refan bû. Heval diçûn û dihatin mala me, û nexasim jî hevalên jin tesîr li min kir. Berê jî daxwaza min a tevlînav refên rexistinê bibim, hebû. Min jî ji hevalan re ev got, dema ez tevlî nav refan bûm, ez gelekî kêfxweş bûm, weke ku xewneke min pêk bê. Û min gelekî dixwest tola xalê xwe hilînim.
Tişta ku di pêvajoya Şoreşa Rojava de herî zehmet ji bo te çi bû?
Hevalên ku destpêkê ez tevlî nav refan kirim, şehîd bûn, ev gelekî zehmet bû. Ew hevalên li Merûda şehîd bûyî. Zehmetiya herî mezin ev şehadet bûn. Pê re jî dema mirov ji hevalan dûr dikeve. Ya din jî hevalên şehîd dibin, tu lê dihizirî, ew ê careke din piştî vêqas kedê venegerin. Ew ê hêviyên xw eyên siberojê jî nebînin. Ev zehmetiya herî dijwar bû.
Li aliyê din cihê ku heval lê birîndar dibûn, min nedikarî bi hewara wan ve biçim, yan jî cenazeyên hevalan dema li nav cihê dijmin diman, ev bi min gelekî zehmet bû. Timî ez li rêyekê digeriyam, ka em çawa dikarin van hevalan bînin, li wir nemînen.
Bibîranîneke te ya ku tu qet nikarî ji bîr bikî heye?
Yek tişta ez ji bîr nakim ew e, ez û hevalek em li ser doçkayê bûm. Beriya ku şehîd bibe bi rojekê, em dipeyivîn, heger êrîşek çêbe, em ê çawa mewzî bigirin. Herçî em in, me wisa xwe eyar kir, heger êrîş bibe em biçin ser doçkayê, bi kar bînin. Lê sibetira rojê ew heval şehîd bû. Ev li zora min çû, her kes çû mewziyê xwe, lê, ez mam. Vê gelekî ez êşandim. Ez ji bîr nakim.
Tu şervaneke şoreşê yî û tu jin î, tu ji bo azadiya bi hezaran jinî têkoşiyayî; gelo weke YPJ´ê heta niha we çi azadî ji bo jinê bi ser xistin? Mesela hûn niha li Reqayê jî jinan rizgar dikin…
Ji bo jinan saziyên jinan hene, meclîs û malên jinan hene. Di meclîsan de jin hevserok in. Berpirsiyariyên nexweşxane û saziyên mayî yên medenî û giştî êdî jin in. Li aliyê din ji destpêkê ve, kedeke mezin û zehmetî hebûn; lê ji vê re dem viya. Vê ji bo YPJ´ê dewam kir, heta jin fêr bûn, bawerî bi xwe anîn, ev hinekî zor bû. Roja îro, hevalê jin weke berê nînin. Êdî bi xwe bawer in. Berê dema hevaleke jin wê karek bikira, dibû berpirsiyarek, ew bi xwe kêm bawer bû. Bi hezaran jin di vê rewşê de bûn. Di mijarên din de jî, li derveyî şoreşê jî jinan zehmetî dikişand, heta ji ber vê xwe dikuştin. Lê bi keda hevalên şehîd, êdî ji bo jinan gelek tişt guherîn li Rojava.
Li Ewrûpayê bi hezaran jin hene ku dilê xwe dibijînin têkoşîna we; peyama te ji bo wan çi ye ji bereya Reqayê?
Cihê jiyan lê hebe, ew der xweş e. Li Ewrûpa hin tişt bipêşketine, lê tişta ku wan xera kirî hem li dijî wan e û hem li dijî xelkê din e. Banga min li xelkê wê ew e ku li hemberî sîstemên dewleta xwe hişyar bin. Azadî ne ew e ku karibin ger û geştê bibin. Jinên li Ewrûpa ne azad in. Ne bi xwarin, cilûberg û gerûgeştê ye azadî, bi ya min, jinên Ewrûpayê dema tevlî xebata şoreşê dibin, hezkirina wan heye, ha ew hezkirina wan azadî ye.
Piştî Reqayê tu wê çi bikî?
Piştî Reqayê, beriya her tiştî ez dixwazim rizgarkirina Reqayê bibînim. Piştre ez dixwazim li Reqayê bi xwe, ji bo jinên wê bixebitim. Bi çi rengî xelkê Reqayê dilsoz bikin. Em cihên jinê, mala jinê meclîsa jinê lê çêkin. Çi Kurd, çi Ereb, piştî ku me rizgar kir, em Reqayê xweştir bikin.
Em bangewaziyê li her kesî dikin, çi Kurd, Ereb, Tirkmen û Asûrî bin, bila tevlî nav refên şoreşê bibin. Her mirovê xwedî daxwazên azadiyê be, em vê pîroz dibînin. Her mirovê doza azadiyê bike, di war û welatê xwe de bimîne, ev doza me ye jî, mirov vî karî bike, min kêfxweş dike.