Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, heştemîn pêşengaha navdewletî ya pirtûkan pêk tê û tê de bihezaran pirtûkên cûda tên nîşandan. Vê pêşangeha hanê pêr dest pê kir û wê heya 15’ê Cotmehê jî dewam bike.

195 navendên belavkirina pirtûkan ên Rojhilat û Îranê, 157 navendên belavkirinê bi nûnertî, 52 navendên belavkirinê yên biyanî beşdarî pêşengehê bûne.

Her wiha 73 hezar û 500 pirtûkên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine derxistin, 400 pirtûkên cûda yên biyanî  û 2 hezar û 800 pirtûkên Kurdî yên Herêma Kurdistanê jî di pêşengehê de hatin pêşandan.

Pêşengeh ji 230 odeyan pêk tê ku her yek taybet e bi pirtûkên navendekê.

 

SINE