Rojên Fîlman ên Axtamarayê ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Akademîya Komeleya Sînemaya Rojhilata Navîn bi dirûşma “Li Axtamarayê RojAVA dibe” di 9-14’ê mijdarê de pêk hat. Di çercoveya Rojên Filman ên Axtamara de gelek film cara yekem hatin pêşandan. Di heman çarçoveyê de gelek fîlm û belgefîlm li taxan hatin pêşandan. Rojên Fîlmên Axtamarayê de filmên wekî “ “Kilama Dayika Min”, “Were Dengê Min”, “Welatê Min Kurdistan e” cara yekem hatin pêşandan. Li atolyeyan hêzkiriyên sînemayê li ser belgefîlman xebat meşandin û bi derhenêrên wekî Huseyîn Karabey, Serkan Acar, Murat Duzgunoğlu, Selîm Yildiz re hatin cem hev.

Xelkê konê fîlman eciband

Wekî din di çarçoveya Rojên Fîlman de gelek fîlm û belgefîlm li taxan hatin pêşandan. Li Taxa Seyrantepe ji bo pêşandana fîlman kon hate vedan û xelkê taxê eleqeyek mezin nîşan da.

Filmên serbixwe nagihêjin gel

Fîlma Mamosteyê Me ji hêla derhenêr Serkan Acar hatiyê kişandin. Ev fîlm li taxa Seyrantepeyê di kon de hate pêşandan. Derhênerê filmê Acar bi welatiyan re  li filma xwe temaşe kir û hêst û ramanên xwe îfade kirin. Acar got, ew xebata rojên filman girîng bibîne û diyar kir ku bi saya Rojên Fîlman sînema gihiştiye gel.

Acar di axaftina xwe de got, endustriya kapîtalîzmê nahêle fîlmên serbixwe bigihêjin xelkê û wiha axivî: “Em filmên serbixwe çêdikin. Lê belê filma me nagihêje gel. Îro bi saya Rojên Filman ên Axtamarayê filmên serbixwe li taxên xizan bi welatiyan û zorakan re di bin banê konî de tên pêşandan. Ji ber vê yekê ez Rojên Fîlman girîng dibînim.”

WAN