Sînemaya Salim bi merasîmekê bi tevlîbûna gelek welatiyên ji Silêmanî hat vekirin. Rêveberê Navenda Xezelnûs û yek ji rêveberên Sînemaya Salim, Rewez Heme Salih di merasîma vekirina sînemayê de axivî û got: “Em li dijî wê ne ku çand ji bo derbaskirina wext û bazirganiyê were bikaranîn. Sînema dibe cihek ji bo gotinên hunermendên ku piştguh bûne û ji ber rewşa madî her kes nikare fîlman bibîne. Sînema ji bo her kesî ye. Armanca sereke ya Sînemaya Salim, pêşkêşkirina berhemên derhênerên Kurd e. Ji bo wê jî em sînemaya xwe bi nîşandayîna fîlemeke Kurdî ya bi navê Name Ji Bo Paşa, bi derhêneriya Hîşam Zeman vedikin.”


Fîlma ewil 'Name Ji Bo Paşa' 

Paşê derhêner Hişam Zeman jî di merasîmê de axivî û vebûna sînemayê li xelkê Silêmaniyê pîroz kir û wiha pê de çû: “Xeyala me derhêneran ew bûye ku her tim em bikarin li cihekî guncaw berhemên xwe ji welatiyan re pêşkêş bikin. Ev sînema dikare bibe gava destpêkê ji bo ku em jî bikarin bibin beşek ji sînemaya navnetewî û dengê xwe bigihînin cîhanê. 'Name Ji Bo Paşa' yekem fîlm e ku di Sînemaya Salim de tê pêkêşkirin. Xelata herî baş di fîlma Skandinavia de û xelata Fibresci di festîvala fîlmên Ewrûpa de wergirtiye. Ev fîlm wê 14 rojan li Sînemaya Salim were nîşandan.”

 

Yekem car e sînemayek hunerî vedibe

Rewez Salih her wiha ji ajansa RojNewsê re jî axivî û diyar kir ku di asta Iraqê de yekem car e sînemayek hunerî vedibe û wiha peyivî: “Ev sînema wê gelek fîlmên baş ên cîhanê jî nîşan bide. Em ê fîlmên biyanî bi jêrnivîsa Kurdî nîşan bidin. Ji ber krîza aborî li Başûrê Kurdistanê ti cihek me ji bo nîşandayîna berhemên derhêneran nebû. Em ê bi nirxek guncaw pêşwaziya welatiyan bikin. Di bernameya me de heye ku em hinek berheman bê pere nîşan bidin. Ji ber ku sînema ya her kesî ye, bêyî ku rewşa aborî tê de bi bandor be.”


AWAT HAWAR / SILÊMANÎ/ROJNEWS