
Derhênerê Kurd Huseyîn Karabey bi fîlmê ‘Were Dengê Min’ hêjayî 12 xelatên cuda hat dîtin û bi hinceta ku ji aliyê Wezareta Çanda Tirkiyeyê ‘juriyê ne ecibandiye’ ji piştgiriyê bêpar ma.
Karabey da zanîn ku mijara fîlm bûye sedema biryarê û got: “Nexwestin şewitandina gundan a leşkeran bibînin. Ger em jiyanê bi rêxistin bikin, em dikarin beyî piştgiriya dewletê fîlmên gelek bi kalîte bikişînin.” Karabey bi lêv kir ku ew dixwazin mîhrîcanên fîlman ên alternatîf zêde bikin.
Fîlmê metraja dirêj yê bi navê ‘Were Dengê Min’ şewistandina gundan ên salên 1990'î îşkence û kuştinên kiryar ne diyar û her wiha zexta leşkerên Tirk a li bejahiya Colemêrgê li ser gel tê meşandin vedibêje.
Wezaretê fîlm ne eciband!
Derhêner Karabey derheqê fîlmê xwe yê diyar kir ku fîlm projeya wî ya 6 salan e ku ew li ser xebitiye û wiha got: ''Senaryoya wê Abîdîn Parilti bi me re parve kir. Çîrokek pîr-keç-nevî ya rast e. Di fîlm de me hewl da ku êgerîna çekê, dijwarbûna şer û li gel vê jî dîroka devkî ya Kurdan nîşan bidin. Lê tiştê ku nehat serê me nema. Ger ti tiştekî serbixwe li vî welatî bikî, cihê ku zêde ti biçî tine. Me ji Wezareta Çandê jî ti piştgirî negirt.''
Karabey diyar kir ku fîlmê wî bi dehan cara hat redirin û di derbarê ne ecibandina juriyê wisa nirxand: ''Di asta senaryoyê de fîlmê me li welat û derveyê welat xelat qezenc kir. Tişta em dizanin ev e ku naxwazin şewitandina gundan y ji aliyê leşkeran ve bibînin. Di sînemaya Tirkiyeyê de fîlmên ku leşkeran vedibêje zêde tine ne. Profîleke masum a leşkeran nîşan didin. Lê di fîlm de ji bilî tiştên me gotin wê terî hovîtiyên hatine jiyîn bike. Leşkeran pêkanînên dijmirovane anî serê gundiyan.''
Fîlm li 30 welatan hat nîşandan
Karabey der heqê xelatê ku ji mîhricanan wergirtiye jî vê yekê got: ''Me di Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê de 3 xelat girtin. Me vekirina Mîhrîcana Fîlman a Berlînê kir. Li 30 welatî hat nîşandan, 12 xelat girt. Lê li Tirkiyeyê piştî mîhrîcana Fîlman a Stenbolê, ne girtin Mîhrîcana Fîlman a Edene, Antalya û Meletiyê. Helwesta Wezareta Çandê di vir de jî berdewam kir. Ger nehatiba sansurkirin, wê zêdetir xelat bigirtana.''
Me xwe negihand gel´
Karabey bal kişan li ser qada sînemayê û gotinen xwê wisa berdevam kir: ''Kurd êdî dixwazin xwe îfade bikin. Sînema jî yek ji qadên herî bi hêz e. Di 1995’an de em çûn NÇM’ê û me got em dixwazin fîlmekê bikişînin. Sazîbûna sînemaya kurd jî ji wê demê de didome. Ji wê komên sînemavanên baş derketin, Kazim Oz, Ozcan Alper, Ozkan Kuçuk û gelek hevalên din gihandin. Lê ez wisa difikirim ku ev gel zêde bi sînameyê re nayê cem hev.''
Karabey balê kişand ser ku hewcedariya bi mîhrîcanên Fîlman ên weke, Rojên Sînemayê ya Amedê û Mîhrîcana Fîlman a Yilmaz Guney û axaftinen xwe bi van hevokan domand: ''Gelê Kurd hîn bû ku çawa şer bike, çawa têkoşîna hebûn û tinebûnê daye. Gelê Kurd ev fêm kir. Lê me hê jiyan bi rêxistin nekiriye. Di aliyê sînema û çapemeniyê de me zêde xwe negihand gel. Di serî de ez rexnedayîna xwe didim. Me çawa şaredarvanî hîn kir divê em sînemayê jî hîn bikin.''
FERHAT ARSLAN/ANF/ÊLIH