Derhêner Ozcan Alper banga bidawîkirina şer û êrîşên dijwar kir û anî ziman ku divê alî ji nû ve li maseyê vegerin û hevdîtinan bidomînin. Her wiha Alper diyar kir ku weke hunermend û derhêneran wan nekarîbû xwe bigihînin rojevê û got, “Ji ber ku her hefte bûyerek li vî welatî diqewime. Siyasetmedar bi xwe nikarin xwe bigihînin rojevê, lewma ji bo me jî gelekî zehmet e. Fîlmên me her çend li ser dema bihurî bin jî, em Tirkiyeya niha vedibêjin. Ji ber ku hesabê rabihuriyê nehatiye dayîn, li vî welatî siberojeke baş nayê avakirin.”
Erol Mîntaş jî ragihand ku dorpêçkirina tax û kolanan ji aliyê leşker û polîsan ve, nayê qebûlkirin û got, “Bi awayekî neyînî bandorê li jiyana sivîl dike. Zarok trawmayê derbas dikin. Di demsala zivistanê de niha mirov neçar dimînin malên xwe biterikînin. Ev rewş nayê qebûlkirin.”
‘Azadiya Kurdan nêz e’
Zeynel Dogan da zanîn ku li pêşberî bûyerên li Kurdistanê, êdî bandora gotinê nemaye û got, “Li şûna bangawaziyan, bi dîtina min divê mirov dakevin kolanan. Wext nemaye. Çi wê bê kirin, pêwîst e di vê demê de bê kirin. Ez vê demê weke demeke ku azadiya Kurdan nêz dibe, dibînim.”