Navê fîlma Evîn Berazî, Streeng Over e ku behsa gendeliya desthilatên dîktator û bandora wê desthilatdarê li ser jiyana welatiyên dike.

Wêneyê sereke yê vîdyoya fîlmê bi awayekî ye ku wêneyê dîktator di fîlmê de xwar derdikeve û ti kes cesaret nake wêneyî rast bike û her kes neçar e ku xulamtiya kesê dîktator bikin.

Di heman fîlmê de ew hizir jî tê nîşandan ku eger xelk biryarê bidin, dikarin ne tenê wêneyê xwar ê dîktator rast bikin, lê belê dikarin desthilata wî jî birûxînin.

Çîroka fîlmê ji aliyê karîkaturîst Cewad Murad ve hatiye nivîsandin û Evîn Berazî jî derhêneriya wê fîlmê kiriye. 


 NAVENDA NÛÇEYAN