METÎN YOKSU  MA/ÊLIH Çav li rê bû ku li şûna avahiya Sînemaya Yilmaz Guney, avahiyeke sînemayê ya nû bê çêkirin. Lê li cihê sînemayê xebata peyzajê hat kirin û bi Parka Ataturk ve ew kirin yek. Li Êlihê yek ji remzên bajêr, Sînemaya Yilmaz Guney a sala 2006’an Şaredariya Êlihê ya BDP’yî çêkirî, bû. Piştî ku Îlona 2016’an, Wezareta Karê Hundir a Tirk bi qeyûmekî Şaredariya Êlihê dagîr kir, kilîd li deriyê sînemayê hat xistin. Di 30’ê Çileyê 2017’an, hat îdîakirin ku ji ber kontakta elektrîkê agir bi sînemayê ketiye; bi her halî sînema bi temamî hat şewitandin. Piştî şewitandina sînemayê di demeke kin de avahiyê bi makîneyên kar hat hilweşandin. Xelkê sînema xwest  Qeyûm ji bo Sînemeya Yilmaz Guney li ser medya civakî û malpera şaredariyê anket da kirin da ku “şûna sînemayê bibe qada heşînahiyê.” Encama anketê ji gel re nehat eşkerekirin. Li gel ku welatiyan ji sedî 80 bijêrka “Bila bibe sînema” bijart. Ev nihêrîna gel li ber çavan nehat girtin. Gel her çiqas li dijî qeyûmê Êlihê Ertug Şevket Aksoy derket jî, daxwaza gel li ber çavan nehat girtin û qeyûm li ser ya xwe ma. Sînema nema  Li derdora cihê sînemayê bariyerên bi wêneyên danasîna projeya nû ya avahiya Sînema Yilmaz Guney hatibûn daliqandin ku digotin, di demek nêz de wê avahîsazî dest pê bike. Ev bariyer hêj li derdora cihê sînemayê ne. Lê li şûna sînemayê, xebata peyzajê hat destpêkirin û zûrik hat çandin. Qeyûm cihê sînemayê bi Parka Ataturk ve kir yek. Ji vê jî tê xuyakirin ku projeya qeyûmîê dagirker a çêkirina Sînemaya Yilmaz Guney nîne û nebûye.