Komuna Fîlman a Rojava di salvegera 58’an a komkujiya Sînemaya Amûdê de ”Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Kobanê” organîze kir. Xelatên festîvalê hatin belavkirin.

Yek ji endamên komîteya amadekar a mihrîcanê, Alberto Garcia bû. Bavê Alberto Garcia di dema şoreşa Kubayê de cihê xwe di damezrandina Akademiya Sînemaya Kubayê de girtibû. Ew bi xwe jî endamê Komuna Filman a Rojava ye.

Garcia îşaret bi wateya festîvalê ya li Kobanê kir û anî ziman ku tevî Kobanê li gelek bajar û kampên penaberan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê film hatin nîşandan.

Garcîa got, ”Ji ber ku festîvala me bi rengekî serketî pêk hat, em kêfxweş in. Lidarketina vê festîvalê li Kobanê ku sembola berxwedana li dijî DAIŞ’ê ye û li dijî êrişên Tirkiyeyê radibe, tiştekî gelekî xweş e.”

Sînema lê çawa

Alberto Garcia ji beşdariya xelkê gelekî razî bû û li ser sînemaya alternatîf jî got, ”Sînema tiştekî ji nava jiyanê ye. Mijara xwe jiyan e. Divê derfetê bide mirovan ku hev nas bikin, çîroka hev nas bikin û bi hev re demeke xwe derbas bikin. Festîvala me di vî warî de festîvaleke xweş bû. Gelek film û belgefilmên ji welatên cuda yên cîhanê di festîvalê de hatin nîşandan. Ji Meksîka, Ekvador, Brezîlya, Fîlîpînan, Afrîka Başûr, Spanya, Fransa, Rûsya, Fas, Filistîn û gelek welatên din ên cihanê film hatin nîşandan. Bi dîtina min, ev bû parvekirina tecrûbeyeke mezin.

Kêfxweş im ku ez jî niha ji bo parvekirina çandê di navbera Rojava, Spanya û welatên din de dixebitim. Bi dîtina min, ev festîval wê salên bê hîn bêhtir deng vede.”

 

ANF / KOBANÊ