Li ser fermana 74'an a bi serê Êzîdiyan li Şingalê hat, salek derbas bû. Divê em di vê salê de nirxandinek giştî bikin. Çima heta niha netewa Kurd nikarîbû Şingal rizgar bikira û bi sedhezar Êzîdi carek din li warê bav û kalan vegeranda?
Beşek mezin ji axa Şingalê hîna di destê DAIŞ'ê de ye. Ji Êzîdiyan 90% hîna wek penaber li kampên Başûr, Bakur, Rojava, an jî berê xwe dane welatên Ewropa. Encamên fermana 74'an hîna xuya û li dar in. Bakurê Şingalê hîna di destê terorîstên DAIŞ'ê de ye. Her weha beşek ji bajarê Şingalê. Jixwe di fermanê de gelê herî êş û kuştin dît, gelê bakurê çiyayê Şingalê bû. Li wir Pêşmergeyên PDK vekişiyan û gel di destê DAIŞ de hîştin. Li gundên Koço, Til Izêr û Sîba Şêx Xidir komkujiyên mezin pêk hatin. DAIŞ hêza xwe ji bajarên Mûsil û Tileferê digre. Hemû pêdiviyên xwe yên şerê Şingalê ji van her 2 bajaran bi dest dixe.
Ji bo rizgarkirina Şingalê pêwîstî bi yekîtiya hêzên eskerî yên Kurdan heye. Pêwîstî bi Pêşmergeyên PDK û çekên wan yên giran û bi hêzên PKK heye. Lê nerîna PDK derbarê rizgarkirina Şingalê û birêvebirina wê de ne mîna nerîna PKK'ê ye. PDK mîna berê dixwaze Şingalê bi riya Axa, Serokeşîr û Oldaran birêve bibe û tenê dengên hilbijartinê ji wan bigre. PDK ji herema Şingalê tenê 150.000 deng werdigirt û 6 perlemanter dişand Bexdayê. Ew hîna mîna berê bi hesabên xwe yên teng nêzik dibe. Naxwaze Şingalî bibin xwedî kesayet û xwe biparêzin û birêvebibin. PKK jî xwedî nerînek cûda ye. Dibêje bila Şingal bibe heremek xweser û gelê wê bi xwe rêvebibe û parastina axa xwe bike. PDK pîlana rizgarkirina Şinaglê erê nake. Ew dibêje ya dê Şingal mîna berê di bin destê min de be, an jî bila dagirkerî bimîne. Ev siyaseta niha PDK bi biryar dimeşîne. Loma divê hêzên PKK û YBŞ bi awayekî kûr û dûr li mijarê binêrin û pîlana rizgarkirinê amede bikin.
Li Şingalê potansyalek xurt heye. Niha hêzên YBŞ her ku diçe xurt û berfireh dibin. Bi hezaran şervanên Şingalî tecrubeyek eskerî digrin. PDK jî bi hemû hêza xwe hewl dide riya tevlîbûna ciwanên li Başûr penaber, ji bo nava refên YBŞ bigre. Gelek ciwan girtine bin çavan ji ber wan xwestibû herin tevî nava refên hêzên berxwedanê bibin.
Desthilatdariya PDK diherefe. Her roj bi sedan ciwanên Kurd ji herema Başûr derdikevin û ber bi koçberiya Ewropa ve dimeşin. Hema tenê Êzîdî her roja 100 kes derdikeve. Piraniya van kesan nişticihên heremên li jêr desthilatdariya PDK ne û dengê xwe didian vê partiyê. Baweriya Êzîdiyan nema bi PDK tê. Hin kesên li gel vê partiyê mane, ew jî bi xêra polan û ji bo berjewendiyên kesayetî mane. Jixwe PDK yek ji serkêşeyên Pêşmergeyan yên ji ku Şingalê reviyan, mehkeme nekir. Lêborîn jî ji Êzîdiyan û Şingalê nexwest. Her weha qebûl nake ku Fermana 74 an di Perlemanê Kurdistanê de mîna "komkujiyek mirovayetî li dijî Êzîdiyan" were derbaskirin.
Di vê sala derbasbûyî de YBŞ û YJŞ hatin avakirin. Li Şingalê meclisek rêbever û li Ewropa jî meclisa diyasporayê hatin avakirin. Şingalî niha di warê xwerêxistinkirin û xweparastinê de bûne xwedî hêz û tecrube. Lê kar hîna gelek maye. Divê Şingal were rizgarkirin û milet bi kêmanî 75% li gund û warê xwe vegere. Divê hêvî dîsa hişîn bibe. Divê ew gelê me, yên li serê çiyayê Şingalê maye û naxwaze wir berde (dora 10.000 mirov) wek mînak ji bo vîna tekoşîn û berxwedanê were pîrozkirin.
Li Şingalê divê xeta bi xwe bawer were xurtkirin û derfet ji bo xeta bindestkkirina û kirîna kesayeta Êzîdî, neyê dayin. Divê ev xet li pêşiya gel were teşhîrkirin û kesên ku dîsa pol û "rutbeyan" digrin û wek "nobedarên" li ser milet tên wezîfedarkirin, werin hetikandin û rastiya wan diyar bibe.
Şingal divê bi kesayetiya xwe ya nû, kesayetiya berxwedan û tekoşînê derkeve pêş...