Beşek mezin ji herema Şingalê hîna di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye. Heta niha konseptek giştî û li ser hevkirî ya hêzên Kurdistanî ji bo rizgarkirin û rêvebirina Şingalê nîne. Hin hêzên Kurd hene, dixwazin rewş mîna berê bimîne. Bi taybetî PDK rê li ber yekbûna hêzên eskerî yên Êzîdiyan li herema Şingalê digire. PDK hîna bi mentiqê ya divê ‘hemû ji min re be, ya jî ez ê nehêlim tu kes şa bibe’ tevdigere. Bi gotinek din, ‘an divê Şingal wek beriya 03.08.2014 di bin destê min de be, an jî bila nerizgarkirî li jêr destê DAIŞ’ê bimîne!’
Siyaseta PDK li himberî Êzîdî û Şingalê siyasetek totalîter û nerêzgirtina li îrade û hebûna vî miletî ye. PDK qebûl nake ku Êzîdî xwe bi rêve bibin an hêzek xwe ya eskerî ava bikin. PDK naxwaze bîne bîra xwe ku 12.000 pêşmergeyên wê bê ku di ber xwe bidin, ji Şingalê reviyan û bi qasî 400.000 mirov bê parastin hîştin. Di encama rev/xwevekişîna ji Şingalê, ev herem ket dagirkiriya DAIŞ’ê û bi hezaran Êzîdî hatin kuştin, an ji tî û birçînan re û ji ber germa havînê li ser serê çiya mirin. Bi qasî 5000 jin jî ketin destê dijmin û wek „sebî“ li sûkan hatin firotin.
Ji ber ku PDK mîna berê dixwaze bi tena serê xwe Şingalê bi rê ve bibe û Şingaliyan mîna hêsîr û bê irade bihêle, tenê wan bi riya çend serokeşîr an axa, siyasetmedar û rewşenbîrên xwefiroş bigire dest, ew hemû şêweyên yekîtiyê red dike. PDK niha ambargo danîye ser Şingalê û hewl dide di nava hêzên Êzîdiyan de nakokiyan derbixe. PDK mîna berê dixwaze Şingal jê re 6 parlemanteran derxe Bexdayê û 180.000 dengê xwe bê şert û merc bide lîsteya wê.
Êzîdiyên Başûr ji siyaseta PDK aciz û bêzar in. Tevî ku eşkere newêrin bêjin û helwesta xwe diyar bikin jî, lê ew di odeyên girtî de behsa siyaseta cûdakirina di nava Kurdan de û „misilmankirina“ şêxan û Şingalê dikin. Dibêjin di dema PDK’ê de û piştî 2003’an heremên Êzîdiyan bi qasî %60 di warê demografî de hatin guhertin. Her weha di warê ewlekariyê de Êzîdî rastî bi dehan êrîş û komkujî hatin û bi hezaran ji wan jiyana xwe ji dest dan. Li Başûr Êzîdiyê ku ji PDK hez dike, tenê ji bo berjewendiyê xwe an ji tirsan re vê „hezkirinê“ diyar dike.
Gelo dê pêşeroja Şingalê çawa be û li gel vê siyaseta PDK ya diktatorane, dê Êzîdî çawa karibin bibin xwedî xweserî, irade û hêzek eskerî ya yekgirtî?
Niha tê zanîn ku li Şingalê 3 hêzên eskerî hene,û ev herem li ser 3 beşan hatiye dabeşkirin. Yekem: Hêza YBŞ (3000 şervan) û Meclisa Xweseriya Şingalê.
Duyem: Hêza HPŞ (3000 şervan) ew bi serkêşiya Heyder Şeşo ye.
Sêyemîn: Hêza Pêşmergeyên PDK, ew jî nêzîkî 5000 şervan e.
Ev her 3 hêz bi şervanên xwe hemû Êzîdî û Şingalî ne. Eger PDK xwedî projeyekî netewî bûya, dê alîgerê yekîtiyê bûya, lê mixabin ew heta vê gavê hewl dide xwe ferz bike û hêzên din bide aliyekî. Jixwe ji bo vê armancê jî ambargoyek dijwar danîye ser Şingalê.
Mirov çawa dikare PDK bîne ser xeta yekîtiyê, Şingalê rizgar, idare û bi parastin bike?
Eger em karibin YBŞ û HPŞ nêzî hev bikin, ku bikevin jêr yek rêveberiyek eskerî û karibin yek rêveberiyek idarî ava bikin, dê gavek mezin be. Jixwe YBŞ û HPŞ alîkariya eskerî û diravî ji Bexdayê digrin. Ala Êzdîxanê jî li paytexta Iraqê hatiye qebûlkirin. Heta radeyek mezin hikûmeta merkezî Xweseriya Şingalê qebûl dike û destek dike. Di warê ekonomî jî dikare xeta bi Rojava re were xurtkirin û ekonomiya Şingalê hêza xwe ji Rojava, ne ji Başûr bigre. YBŞ û HPŞ gelek tiştên wan yên hevbeş hene û berê jî têkilî bi hev re danîbûn û biryara yek kirina hêzên xwe dabûn, lê zextên ku PDK û YNK kiribûn, ev hewldan bê encam hîştin.
Bê guman yekîtiya hêzên Êzîdiyan û ragihandina Xweseriyê û têkiliyên bi Bexdayê re nabe ku li dijî PDK werin fehmkirin, lê ewê bibe derfet ku PDK iradeya Êzîdiyan qebûl bike û dest ji durustkirina nakokiyan berde. PDK a ku hêzên eskerî yên dewleta Tirk anî li Başîqaya bi cih kir, divê zanibe ku Şingal mîna beriya rojava 3 Tebaxa 2014 nema vedigere.
Şingala Xweser û xwedî irade hêzek mezin ji bo tevahiya Kurdistanê ye. Her weha pîlanên AKP û hevkarên wê jî têk dibe. Jixwe ji bo Rojava jî dibe destek. Her weha dibe ku PDK neçarî xeta Kurdayetiyê bike û wê dûrî AKP’ê, Suûdî Arabistan bike û helwesta wê ya dijminane li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê, Federaliya Rojava û Berxwedana Bakur biguherîne…