Weşanên Aryenê romana ‘Sînor’ a Menaf Osman ê ku ev 25 sal in girtî ye, weşand. Menaf Osman ku bi guhdarîkirina çîrokên serxet û binxetê mezin dibe, di romana xwe de cih daye gelek çîrokên serxet û binxetê. Romana ku edîtoriya wê Roj Agir kiriye, redaksiyona wê jî ji aliye Rêdûr Dîjle ve hatiye kirin. Roman ji 176 rûpelan pêk tê, û li pirtûkfiroşan dikare bê peydakirin.

Di romanê de çîroka malbatên ku bi sînorên xêzkirî ji hev hatine veqetandin bi van hevokan tê vegotin: “Piştî, nîqaşeke dûvdirej, bi hev re gihan biryareke ku evarkî tevde bi hev re biçin keşfeke dawî li ser sînor bikin. Biryara keşfê kelecaneke nuh bi Evdil re çêkiribû. Cara yekê bû dê ew “şûr”ê ku malbata wî di nîvî de kiribû du perçe bidîta! Ew sînorê ku ji nişkê ve nîvê mirovên wî kiribûn Serxetî û nîvê mayî jî kiribûn Binxetî, çawa bû gelo? Bavê wî wisa jê re gotibû: “Kurê min, hema rojekê sibehê em ji xew rabûn, me dît ku xet di nîvê erdên me re kişandine, û ji me re dibêjin hûn nikarin herin wî aliyê sînor, ew der serxet e! Sînorê çi bavê min? Sînorê çi lawo, nîvê erdê me, nîvê dost û merivên me li wir mane? Gotin na wile hûn nikarin derbasî wir bibin, ew der dewleteke din e! Gotinên ku nediketin serên dînan, dixwestin ku em jê yeqîn bikin. Lê me dizanibû ku em hîna dîn nebûne û hişê me li serê me ye. Kalikê te Soro, du ap û xalekî te, sê xaltîk û metikeke te tev li zarokên xwe, hemû tev de di şevekê de bûbûn Serxetî, em jî di heman şevê de bûbûn Binxetî!...”

Menaf Osman kî ye?

Menaf Osman sala 1965’an li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik dibe û dibistanên xwe yên seratayî, navîn û lîseyê li vî bajar temam dike. Paşê derbasî Şamê dibe û li zanîngehê beşa erdnasiyê dixwîne. Ji ber xebatên xwe yên siyasî di sala 1993’yan de tê girtin û cezayê heta hetayê li tê birîn. Osman li gelek girtîgehên Tirkiyeyê maye û mohra xwe avêtiye bin hejmarek berhemên wêjeyî.

Berhemên nivîskar ev in:

Girê Şêran (Roman) , Weşanxaneya Aramê, 2003

Şînok (Çîrok), Weşanxaneya Lîsê, 2011

Namûsname (Roman), Weşanxaneya Aramê, 2012

Silava Bajariyan (Çîrok), Weşanxaneya Azadê, 2013

Piling – Şoreşname-1 (Roman), Weşanxaneya Arê, 2015

AMED