Çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) dema ku roja 10'ê Hezîranê Mûsil dagir kirin, li nava sînorên başûrê Kurdistanê yê 15 km li başûrê bajarokê Cezaa yê Rojavayê Kurdistanê, bi çeteyan re pevçûn hebû. Li hemberî êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî pêşmergeyan hêzên YPG ketin nava tevgerê û destek dan pêşmergeyan.

Şerê destpêkê li gundê Selemiye û derdora wê, ku li nêzî herêma Kurdên Êzidî Şengalê ye, rû da. Ji fermandarên YPG'ê yên herêmê Ferhat Hewlêr da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê li gundê Selemiye yê Başûrê Kurdistanê û herêma Til Hemîsê bicih bûne û anî ziman ku çete ji vê derê êrîşî hêzên pêşmergeyan ên li bajarokê Suniye û gundê Xana Sor kirin.
Di rewşa heyî de Til Hemîs ê Rojavayê Kurdistanê û gundê Selemiye yê Başûrê Kurdistanê di bin kontrola DAIŞ'ê de ne. Korîdorek ji vî sînorî heta Mûsilê, ji aliyê çeteyan ve tê kontrolkirin. Bajarokê Suniye û Xana Sor jî, li bakur rojavayê Çiyayê Şengalê ne. Li vê qadê gelek gundê Kurdên Êzidî hene.

Hêzên YPG'ê emîrekî DAIŞ'ê kuştin  

Ferhat Hewlêr da xuyakirn ku di navbera Şengal û bajarê Til Koçer ê Rojavayê Kurdistanê de korîdorek heye û destnîşan kir ku hêzên YPG'ê ji Til Koçer heta 10 km başûrê Cezaayê herêma sînor kontrol dikin. Hewlêr ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê di navbera gundê Selemiye ya Başûrê Kurdistanê û gundê Fîlîstîn Şerkî yê Rojavayê Kurdistanê de ji bo xwe korîdorek vekirine û da zanîn ku çete ji vê derê derbasî xeta Mûsilê dibin û êrîşî hêzên pêşmergeyan dikin.
Ji fermandarên YPG'ê Ferhat Hewlêr diyar kir ku di pevçûnên roja destpêkê de çeteyên DAIŞ'ê, ji herêmeke nêzî wan êrîşî qereqoleke sînor a pêşmergeyan kirine. Hewlêr anî ziman ku hêzên YPG'ê jî çûne herêmê û destek dane pêşmergeyan. Hewlêr da zanîn ku hêzên YPG'ê piştî pevçûneke 7 saetan ketine nava êrîşeke aktîf û di encamê de, emîrek jî dinav de gelek endamên çete hatine kuştin.
Ferhat Hewlêr da xuyakirin ku hînê li herêmê cih bi cih pevçûn diqewimin û ragihand ku ewê ji niha û pê ve jî destekê bidin hêzên pêşmergeyan.
Hewlêr diyar kir ku ku di navbera wan û fermandarên pêşmergeyan ên li herêmê de têkiliyeke xurt heye û anî ziman ku hêzên YPG'ê bi awayekî koordîneyî li ser xeta sînor li hin nuqteyan bicih bûne. Hewlêr destnîşan kir ku haya fermandarên pêşmergeyan ên li herêmê ji vê rewşê hene.
Hêzên YPG'ê, piştî ku artêşa Iraqê xwe vekişand, ji bo pêşî li êrîşên DAIŞ'ê bê girtin û zerar li gel çê nebe, deriyê sînor ê Rabîa yê li pêşberî Til Koçer bi qasî 15 saetan xistibûn bin kontrola xwe. Piştî ku hêzên Pêşmerge hatin herêmê hêzên YPG'ê bajarokê Rabîa radestî hêzên pêşmergeyan kiribûn. Hem deriyê sînor ê Til Koçer hem jî herêma heta bajarokê Cezaa ji aliyê hêzên YPG'ê ve tê parastin. Çavkaniyên YPG'ê dan xuyakirin ku ew destekê didin pêşmergeyan, lê belê wezareta pêşmergeyan tercîh kir ku vê biderewîne.

Korîdorek di destê DAIŞ'ê de ye  

Li aliyê din hêzên DAIŞ'ê, xeta ji Mûsilê heta Rojavayê Kurdistanê ya di bin kontrola xwe de, ji bo derbasbûna çek û çekdarên xwe bikar tîne. Li gorî çavkaniyên herêmî, li herêmên Til Hemîs, Hol û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê, li Bakurê Şengalê û herêma Mûsilê ji vê korîdorê gelek çekên giran gihaştin Til Hemîs, Hol û Şedadê.



AZÎZ KOYLUOGLÛ/ANF/TIL KOÇER