Konseya Siyasî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) encamnameya 2. civîna xwe ya asayî eşkere kir.

Civîna asayî ya Konseya Siyasî ya MSD´ê pêr sibehî bi amadebûna Hevserokatiya Meclîsa Sûriyeye Demokratîk Îlham Ehmed û Riyad Derar, hemû endamên desteyê yê her sê Kantonên Rojava, nûnerên meclîsê yên li Şam, Hums û Ewrûpa ku ji 50 endaman pêk tê, li avahiya Meclîsê ya bajarê Dirbêsiyê dest pê kir.

Piştî nirxandina bûyerên siyasî, Cîgirê Hevserokatiya Meclîsê Hikmet Hebîb rapora xebatên desteyê yên 3 mehên derbasbûyî xwend û rewşa rêxistinî ya meclîsê hat nirxandin. Di nirxandinan de, aktîkvkirina buroyên meclîsê li gelek herêmên Bakurê Sûriyê û aktîvkirina meclîsên sivîl li herêmên rizgarkirî, her wiha rola wan di avakirkirina komîteyên amadekar ên meclîsê de derketin pêş.

Piştre, civînek li çapemeniyê girtî pêk hat. Di civînê de rewşa rêxistinî ya meclîsê bi berferehî hat nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de, encamnameya civînê bi daxuyeniyeke hat eşkerekirin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Sûriyeye Demokratîk Riyad Derar ve hate xwendin.

Hewldanên rejîmê hatin nirxandin

Di daxuyaniyê de biryarên hatîn girtin wiha ne:

 "Beşdaran rola mezin a Hêzên Sûriyeye Demokratîk di Pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqayê, pêkanîna wê qanûnên navdewletî û mirovî ji bo rizgarkirina sivîlan û milkên wan, vekirina korîdorên ewlekariyê ji bo gihandina sivîlan a cihên bi ewle de silav kir.

Di civînê de rûdanên siyasî li qada herêmî û cîhanî, bandora wê li ser aloziya Sûriyê, bi taybet peymana herêmên kêmkirina şer û bandora wê li ser ihtîmala dijwariya şer û hewldanên rêjîmê yên derbarê firehbûna herêmên di bin serwreiya wê de hatin nîqaşkirin.

Beşdarên civînê, dibînin ku dagirkeriya Tirkiyê ji Herêmên Şehbayê bêdengiya raya giştî ya ji van êrîşan, her wiha siyaseta tirkirinê û guhertina demografiya herêmê, herêman dixe metirsiyên mezin de û bang li civaka navdewletî, di serî de Rûsya û dewletên Koalîsyonê kir ku sînorekî ji êrîşên dewleta Tirk ên li ser bakurê Sûriyê re deynin.

Pêwîst e peywendiyên doplomatîk bi dewletên herêmî yên bandora wan li ser aloziya Sûriye heyî, werin avakirin, da ku piştgiriyê çareseriya siyasî û Hêzên Sûriyeye Demokratîk ên şerê terorê li Sûriyê dikin, bê kirin.

Piştgiriya projeya demokratîk

Pêwîst e piştgiriya projeya demokratîk were kirin, beşdarên civînê destnîşan kirin ku bi vê projeyê aloziya heyî bi dawî dibe û Sûriyeke demokartîk, layîk û federal pêşdikeve û hêviyên gelên Sûriyê bi cih dibe.

Beşdarên civînê teqezî li ser ku federasyon çareya herî guncaw a aloziyê ye û bidawîkirina hemû reng û sembolên sîstemên desthilatdar kirin, her wiha ev roj li dijî parçebûyîna welat e.

Xebatên firehkirina meclîsê û vekirina buroyên wê li herêmên rizgarkirî berdewam e.

Beşdaran soza xwe ya şopandina xeta şehîdan ji bo azadî û rûmeta gelê Sûriye û avakirina Sûriyeye demokratîk, federal nû kirin.

Di civînê de gelek biryar derbasî karê doplomasî, rêxistina, ragihandin û pîlansaziya dema pêş hatin derxistin.

Beşdaran li ser tevlîkirina hejmareke ji pêkhate, kesayên siyasî ji bo Meclîsa Sûriyeye Demokratîk li hev kir." 


 ANHA / DIRBÊSIYÊ