Jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê karîbû xwe ji bendan rizgar bike û di hamû beşên jiyanê de cihê xwe bigire. Jina Kurd ku di nava hemû saziyên civakî, siyasî û leşkerî de cihê xwe girt, xwe di beşên leşkerî de di nava Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) birêxistin kir.

Yekîneyên YPJ di hemû qadên Rojavayê Kurdistanê de parastina nirxên gel dikin. Niha jî Yekîneyên YPJ parastina sînorê Rojavayê Kurdistanê dike û qereqolek li herêma Dêrikê ku li ser sînorê Îraqê ye dike. YPJ bi alîkariya jinên di nava YPG’ê de êdî sînor bi awayekî xweser diparêze û yekem qereqola sînor ku tenê YPJ li ser parastina wê disekine.

Biryara parastinê

Şervana YPJ’ê Canda Cûdî (21) diyar kir ku ew sînorê Rojavayê Kurdistanê diparêzin û got: “Me di Konferansa xwe yekem ku li Dêrikê hate lidarxistin de biryar stand ku em herêmên xwe biparêzin. Niha jî em amadene, em wek jinên ciwan bi îradeyek netewî erkê xwe yê parastinê bikin.”
Şervana YPG’ê Hesret Cûdî (22) salî jî bal kişand ser rola jinê di nava şoreşê de û bi taybet ji aliyê leşkerî ve û got: “Jinên Kurd hebûna xwe ya di nava şoreşê de ji her kesî re diyar kir û dê li ser rêya azadî û demokratiyê tekoşîna xwe bidomîne.”

ANHA/DÊRIK