Li Navçeya Ebexa Wanê zarokê 13 salî yê bi navê Veysî Demîr bi hinceta ku qeçaxçitiya mazotê dike di encama guleberdana leşkeran, hate kuştin. Bavê Veysî Demîr Mehmet Reşît Demîr, diyar kir ku leşkeran piştî kurê wî kuşt, bi erdê re kaş kirin û defin kirin.
Li Gundê Sîtiya Kut a girêdayê Navçeya Ebexê ya Wanê zarokê bi navê Veysî Demîr ê 13 salî û F. Altan ê 15 salî li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê bi hinceta ku qeçaxçitiya mazotê dike ji aliyê leşkerê Tirk ve hate gulebarankirin. Di bûyera ku serê sibê seat nêzî 05.00'an pêk hat de Demîr jiyana xwe ji dest da û Altan jî xelas bû. Cenazeyê Demîr rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê. Pişt re cenaze şandin Nexweş Lêlokîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê. Hate zanîn ku leşkerên Tirk piştî Veysî Demîr kuştin li pey xwe kaş kirin û birin Sînorê Îranê definkirin. Piştî bûyerê nêzî 50 welatî çûn herêma bûyerê û piştî bi şopa xwînê ketin cenazeyê Demîr dîtin. 


Kuştin û li sînorê Îranê defin kirin
Bavê Weysî Demîr Mehmet Reşît Demîr, anî ziman ku dema ew çûn cihê bûyerê bi şopa xwînê ketin û heta cihê cenazeyê kurê xwe meşiyan. Demîr, anî ziman ku leşkeran kurê wan li pey xwe kaş kiribûn û biribûn li sînorê Îranê defin kiribûn û wiha got: "Kurê min 150 metre li pey xwe kaş kirin û birin li Sînor definkirin. Leşkerên Tirk kurê min kuştin û li sînorê Îranê definkirin. Dema me xwest em biçin cihê bûyerê ewil leşkeran em asteng kirin. Lê ji ber ku me israr kir em çûn. Me dît ku cenaze li pey xwe kaş kirine û defin kirine. Dema defin kiribûn milekî wî li derve mabû. Me cenazeyê kurê xwe derxist û anî gund. Em dê heta dawî vê mijarê bişopînin û dest ji bûyerê berdandin. Ji ber ku kurê min ruşwet neda leşkeran, leşkeran kurê min kuşt. Hemû leşker dizanin ku li vir qaçaxvanî tê kirin. lê ji ber ku ruştevê dixwin dengê xwe nakin. Leşker ji bo kesên ruşwetê didin dengê xwe nakin. Lê kesên ruşqetê nadin jî tên kuştin.

Bi wêneyan hovîtî piştrast bû

Wêneyê ku hovîtiya kuştina Veysî Demîr ê 13 salî ku li gundê Sitiyakutê yê Ebexa Wanê li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve pêk hat nîşan dide derket holê. Di wêne de hate dîtin ku Veysî Demir piştî li pey xwe hatiye kaşirin tev gomlekê xwe yê sipî ê bi xwîn hatiye definkirin. Wêneyê ku piştî bi erdê re hatiye kaşkirin û tev gomlekê wî yê sipî ku di nava xwînê de hatiye hiştin gihişt destê  DÎHA'yê. Bavê Demîr Mehmet Reşit Demîr jî duh diyar kiribû ku kurê wî ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye qetilkirin û piştî li pey xwe kaş kirine birine li sînorê Îranê defin kirine û xwestine têxin situyê leşkerên Îranê. Di wêne de tê dîtin ku milê wî hatiye kişandin û li derve axê maye.


ARÎF ASLAN / DÎHA/WAN