
Dema mirov bala xwe bide mediya Tirk û daxuyaniyên rayedarê wî welatê ên berî demeke kurt derbarê Sûriyeyê de mirov texmîn dikir ku di cih de herêma tampon bê avakirin û rê li ber destwerdaneke leşkerî were vekirin. Her wiha daxuyaniyên Amerîka û Fransayê jî di wê çarçoveyê debûn û ji têkliya di navbera wan welatan de mirov fam dikir û amadekariya destwerdaneke bi piştgiriya Amerîka û NATO’yê û bi destê Tirkiyeyê tê kirin.
Lê di vê dema dawî de hem rayedarên Tirk dest ji wî zimanê xwe yê gef û fortan ê li dijî Sûriyeyê berdaye û hem Amerîka û Fransayê sefîrên xwe li Şamê vegerandin da ku pêwîra xwe berdewam bikin. Dema mirov van daneyan tevan tîne ba hev mirov digihê wê baweriya wê bêguman ew plana ji bo destwerdana Sûriyeyê hatibû danîn, heke ji binî nehate guhertin jî guhertinên mezin tê de çêbûne.
Bê guman mirov dikare helwesta Fransayê û têkiliya wê ya bi Tirkiyeyê re jî di wê çarçoveyê de binirxîne. Di dema ku Tirkiyeyê bi germî nêzî plana destwerdana Sûriyeyê dibû wê gavê ji bo ku Fransayê jî xwe bike hevkar û şirîkê Tirkiyeyê li gorê tevdigeriya û ji bo razîkirina wê dîsa êrîşên li ser siyasetmedarên Kurd û saziyên Kurdan dijwar kir. Lê niha ew dîsa êrîşî rayedarên Tirk dike.
Serokê Fransayê Nicolas Sarkozy di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Le Monde got: “Ji îro û şûnde du Ewropa hene. Ji vana yek jê di navbera endaman de hevgirtinê dixwaze û ya din jî li ser hizra tekane bazarê ye. Sarkozy her wiha derbarê Tirkiyeyê de got ku cihê Tirkiyeyê ne di nava van herdu Ewropayan de jî tuneye. Ew jî dide xuyakirin ku bi rastî guhertin di plana li dijî Sûriyeyê û hevkariya aliyan de xira bûye.
Helwesta Kurdan
Di hilbijartinên herêmî de jî helwesteke hevbeş a Kurdan derkete holê ku û di vê mijarê de bi hev re tevgeriyan. Kurdan bi hemû partî û saziyên xwe ev hilbijartin boykotkirin û gotin di demekê de ku xwîn tê rijandin de em tevli van hilbijartinan nabin. Tevî ku gelek antîpropagandayên qirêj li dijî Kurdan tên meşandin jî dîsa dema di helwesteke biçûk de be jî bi hevre tevbigerin gelekî giringe.
Piraniya çavkaniya van kampanyayên reş jî hikûmeta AKP ye ku li ser 3 xalên bingehîn bi muxalefera Sûriyeyê lihev kiriye û ev hersê xal danîne pêşiya Meclisa netewî ya bi serokatiya Burhan Xelyon ew jî evin:
- Girêdayî hevpeymana Edenê bimînin
- Di pêşerojê mafê Kurdan bi riya zagonî di destûra Sûriyeyê de neyê naskirin.
- Partiya Karkerên Kurdıstanê wekî rêxistineke terorîst îlan bike
Lê dawî mirov dikare weha bêje sed mixabin di nava van sînaryoyên ku tên danîn û tên guhertin de rojane mirov tên kuştin çi bi aşkare çi bi dizî çi bi cilên fermî çi bi cilên sivîl, rojane bi dehan tên kuştin. Li gorî raporên dawî yên saziyên navnetewî hejmara kuştiyan ji destpêka serhildana gelê Sûriyeyê û heta niha gihaye derdora 5 hezar mirovî.
RIZOYÊ XERZÎ / AMED
‘Divê Sûriye sewqî DCN’yê bê kirin’
Berpirsa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Navi Pillay diyar kir ku Sûriye bi tundiya li hemberî xwepêşandanên li hemberî hikûmetê pêk tîne sucê mirovahiyê dike û xwest Sûriye sewqî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) bê kirin.
Pillay di rûniştina girtî ya Konseya Ewlekariyê ya NY’yê de axivî û diyar kir ku ji bilî hêzên ewlekariyê, zêdetirê 5 hezar kes di bûyerên li Sûriyeyê de hatine kuştin. Pillay, destnîşan kir ku jimara girtiyan zêdetirê 14 hezarî ye û 12 hezar in 400 reviyane welatên cîhanê.
Pillay bal kişand ku divê Sûriye ji ber ev girtin, kuştin û îşkenceyên ku tên wateya şerê sewqî DCN’yê were kirin.
Piştî Pillay, Balyozê NY’yê yê Sûriyeyê Beşar Caferî van tawanan red kir û Pillayê bi îdîayan cuda sucdar kir.
NEW YORK