Siorî ji ku dizanin ka wan guwîzên xwe, bindeqên xwe û axir qûtê xwe ji bo zivistanê li ku veşartine.
Çawa ku payîz xwe dide hîskirin, lez û beza sioriyan xwe li her cihê lê hene dide der; lewma ew ji bo zivistana li pêşiya xwe amadekariyê dikin. Lê gelo hûn dizanin ev siorî zivistanê, gava ev qûtê hanê jê re lazim bû çawa bi ser ve dibe ka li ku ew veşartiye?
Heywanên ji bo zivistanê xwarinê vedişêrin, bi pirranî yek yan du stratejiyan didin ber xwe. Yek jê ew e ku li cihekî weke kewarê wan bidin hev. Ya din jî ew e ku ew li gelek deverên cihê li kewarikên piçûk vî qûtê xwe dabeş dikin.
Pirraniya cinsên sioriyan li gelek cihên cuda guwîzên xwe vedişêrin. Gelekî muhtemel e ku ev awayê veşartina qût hatibe bipêşxistin ji bo ku rîska bi carekê jidestdana tevahiya qûtê salê kêm bibe.
Axir li gorî lêkolînan, siorî li gorî cinsê berhema vedişêrin, cihan diyar dikin. Guwîzan li deverekê, bindeqan li devereke din berûyan li devereke din û wekî din. Li gorî Dr. Mikel Maria Delgado ku di kovara Royal Society Open Science de dibêje, ev awayê veşartinê derfetê dide siorî û heywanên din ên wekî wan, karibin qûtê xwe yê salê organîze bikin û paşê jî bînin bîra xwe ka kîjan li ku ye.
Li gorî lêkolînan siorî dikarin ji sedî 95´ê qûtî xwe yên vedişêrin, ji nû ve bibînin û nabe ku ev tesaduf be û divê xwe bisipêre stratejiyekê. Ango ne weke heta niha bi bîhn kirinê ew bi ser xezîneyên xwe yên veşartî ve dibin, lê hêza bîrê, bibîranînê diyar e dewreke mezin radibe. Lewma siorî, tevî ku nêzî hev berhemên xwe vedişêrin, ew her carê bi ser cihê xwe ve dibin û bi ser ê cîranên xwe ve.
Axir zanyar lê mikur tên ku ew bi çerxa tam a vê pêvajoyê nizanin, lê dibêjin gelekî muhtemel e ku nîşanên mekanî bi rolekê radibin. Li gorî Delgado, ew daran nas dibin û dikarin mesafeya di navbera hêlîna xwe û daran de bipîvin. Ango muhtemel e ev siorî biqasî sioriyên di filmên kartoon ên Walt Disney de biaqil bin.
FRANKFURT