Nivîskarê Kurd ê Xorasanî Elî Reza Sipahî Laîn ê ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin, dest bi greva birçîbûnê kir. 

Nivîskarê Kurd Elî Reza Spahî Laîn, ku ji ber gotareke xwe ya li bajarokê Kelat Nadîrî yê eyaleta Xoresanê nivîsandî roja 30'ê Mijdarê hate girtin, dest bi greva birçîbûnê kir.

Elî Reza ragihand ku ji ber girtina xwe ya bi rengekî ne hiqûqî û rewşa ne diyar a dosya wî, ew ketiye greva birçîbûnê. Ji bo girtina îfadeyê bang li Elî Reza Spahî Laîn hatibû kirin û dadgehê 30'ê Mijdarê biryara girtina wî dabû.

Elî Reza Spahî Laîn ku zêdeyî 10 pirtûkên bi Kurdî û Farsî nivîsandine, gelek caran ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatibû binçavkirin. 


NAVENDA NÛÇEYAN