Bi hezaran welatiyên herêma Efîrnê li ber nexweşxaneyê kom bûn û cenaze wergirtin. Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan vekiribûn, alên TEV-DEM, YPG û YPJ hilgirtibûn û bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi YPG'ê re berz dikirn cenaze bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya Navçeya Şera ya Efrînê derxistin rê.
Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê TEV-DEM, YPG, Saziya Malbatên Şehîdan û malbata şervanê YPG'ê Sîpan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de berxwedana gelê Rojava hate silavkirin û soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.
Piştî axaftinan cenazeyê şervanê YPG'ê Sîpan bi diruşme û tilîliyan spartin axê.
EFRÎN