Li Amedê bi sedan welatî li Sûka Binerdê ya Selahattîn Eyyubî ya li Qada Derê Çiyê hatin cem hev û nimêja înê kirin. Beriya nimêjê Mela Hadî Koç bi Kurdî xudbe xwend û bal kişand ser operayonên bi navê "KCK'ê". Koç, diyar kir ku operasyonên pêktên perçeyeke zilma li ser gelê Kurd pêk tê ye. Koç, anî ziman ku di ola îslamê de cihê zilmê tuneye. Piştî xudbeyê Mela Zahît Çîftkurna nimêja înê da kirin. Li navçeya Farqînê jî nimêja înê hate kirin. Bi sedan kes tev li nimêjê bûn û ref girêdan.
ŞIRNEX: Li Şirnexê jî nimêja înê bi tevlêbûna sedan welatiyan li konê ku li ber avahiya BDP'ê hatiye vedan hate kirin. Mele Saît Îdîn bi Kurdî weaz da û di weazê de banga yekîtiyê kir. Îdin, xwest Kurd yekîtî û tifaqa xwe biparêzin. Li navçeya Sîlopiyê jî welatiyan nimêja înê kirin. Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê jî wekî her hefte li qada her hefte nimêj hate kirin. Dîsa welatiyan eleqeyek mezin nîşanî nimêjê da û bi hezaran kesan di nimêjê de ref girêdan.
CIZÎR: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji welatiyan vê hefteyê ji ber barana zêde li avahiya 6 qatî nimêja înê kirin. Bi hezaran kes tevlî nimêja înê bûn. Zêdebûna tevlêbûna jinan bal kişand ser xwe. Mele Saît Ozdemîr bi Kurdî weaz da û piştî weazê nimêja înê hate kirin.
SÊRT: Li Sêrt jî welatiyan ji ber barana zêde nimej li avahiya BDP'ê di qata jorîn kir. Rêveberên BDP'ê û gelek welatî tevlî nimêjê bûn. Mele Mehmet Polat bi Kurdî xudbe xwend û piştî xudbeyê nimêja înê hate kirin. Li navçeya Misircê jî welatiyan li Kolana Beykentê nimêja înê kirin.
RIHA: Li Rihayê ji welatiyên li ber Kargeha Karakoyê kom bûn, nimêja înê kirin. Di weazên Kurdî de bal kişandin ser operasyonên siyasî û leşerkî û bertek nîşanî hikûmeta AKP'ê dan.
WAN: Li Wanê ji welatiyan li Otoparqa Şaredariyê nimêja înê kirin. Mele Cemal Demîr bi Kurdî weaz da. Demîr bal kişand ser komkujiya li Roboskiyê û geşedanên demên dawî. Piştî weaza Kurdî welatiyan nimêja înê kirin.
MELEZGIRT: Li navçeya Melazgirtê ya Mûşê jî welatiyan ji ber hewaya sar nimêja înê li avahiya BDP'ê kir. Beriya nimêja înê bi Kurdî weaz hate dan.
COLEMÊRG: Li Colemêrgê jî welatiyan ji ber berfa dibarî nimêja înê li avahiya BDP'ê ya bajar kirin. Parlementerê BDP'ê Adîl Kurt, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu û gelek welatî tevlî nimêjê bûn. Berî nimêjê Mele Zekî Çîftçî bi Kurdî weaz da û pişt re nimêja înê da kirin.
MANÎSA: Li navçeya Turgutluyê ya Manîsayê jî nimêja înê bi tevlîbûna gelek welatiyan hate kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN