Ya din jî min zêde wate nedida ku her kesî wekî soza xwe kirib in yek û dixwestin sir û razekê bidin min, ji min re digotin ‘divê tu bi mîsogerî ji Ava Êrê vexwî.’ Ya hê jî balkêş̧tir tu kesî çîroka vê Avê venedigot.  Piş̧tî rêwîtiyeke demdirêj a bi roj û hefteyan domiyabû ku me riya xwe bi Zagros, Zap û Metîna xistibû, niha jî em anîbûn Heftanînê. Me ji destpêkê heya bi kêliya dawiyê bi rê de bi sedan gerîla dîtibûn, çîrokên cuda guhdar kiribûn, bi sedan wêneyên cuda girtibûn. Piş̧tî ku me xwe gihand Heftanînê roja duyemîn, peşkên baranê hêdî hêdî dest pê kirin. Ji ber ku Heftanîn xwediyê qadeke berfireh e û wargehên gerîla jî dûrî hev in, bi meş̧ê xwegihandi na wan deveran zêde zêde dem digirt. Di navberekê de ez xwe bi xwe wisa fikirîm: Ger bêyî ku têra xwe serdana her derê bikin em bizivirin û ez ji Ava Êrê venexwim wê demê ev ê nebe ‘hatinek.’ Dê em bêjin bila nebû na ‘hatinek’ lê belê min ê wê demê tu carî nikaribûya sira Ava Êrê fêm bikira.


Li vir her tişt li gor demsalê ye
Tê gotin ku em ê biçin ş̧ehîdgeha gerîla ya Heftanînê. Wesayîta me bi halê xwe, hêdî hêdî diçû. Me, di riyeke bi fitlonek û zivronek ku ji lûtkeya çiyayekî bilind xwe berdida binê doleke kûr, xwe berda rê û em hatin li binê dolê sekinîn. Her kes ji wesayîtê peya dibe. Emê riya ku mayî bi meş̧ê biçin. Bayê payîzê pelçîmên dawî yên daran jî dida ber xwe. Bi taybetî ava çeman, dest pê kiribû biçike. Li binê gelî erd û asîman ker bû. Lûtkeya çiyayê Xantûrê hema bêje wekî serê xencerekê, bi kelecana xwegihandina asîman bû. Her tişt li gorî demsalê bû. Barana ku serê vê sibehê dest pê kiribû êdî sekinîbû. Tenê hinek bayê hênik dihat.
Ez wênekêşa xwe ji çente derdixim û dixim destên xwe; çenteyê xwe jî didim milê xwe, dest pê dikim ku meş̧a koma gerîlayên bi rê de ne bikiş̧înim. Her cara ku ez pê li denklaşorê dikim, wekî ku ‘kêlî’ dicemidin. Piştî bi nîv saetê em xwe digi hîjînin Ş̧ehîdgeha Heftanînê. Em serdana ş̧ehîdgehê dikin.  

Ger te Ava Arê venexwar…
Dema serdana şehîdgehê qediya, gava ku ji matarayê destê xwe piyaleyê dadigire ez wî dibînim. Bêyî ku ez ji xwe bipirsim, tebata min nayê da ku gelo ew çima ji kaniya ligel wî ye venaxwe lê ji bo çi ji mataraye vedixwe. Li min dinêre û dipirse; “Ma te qet Ava Êrê vexwar?” ez dibêjim “Na, ev cara destpêkê ye ku ez têm Heftanîne.” Ew dibêje “Ger te Ava Êrê venexwar û çûyî, ew nayê hesibandin ku tu hatî Heftanînê. Di wê kêliyê de ez fêm dikim ku ava di dest da ji Kaniya Êrê anîne.
Ji ber, wî beriya çend salan ev axaftin kiriye. Piştî bi çend salan dema ku careke din bi vexwarina Ava Êrê re didît, wekî ku karekî pîroz ê ku ji çend salan vir de nikare bike niha dike, kêfxweş̧iyek peyda dibe li ser çavên wî. Bala min çûbû ser kêfxweş̧iya wî asê mabû lê wî peyaleya ku ji Ava Êrê tijî kiribû dida min.
Vayê bîranîna Ava Êrê tenê ji van yek e. Beriya ku ez ji wî bipirsim da ku wî çima wisa gotiye, ez peyaleya ku wî dirêjî min kiriye ya tijî Ava Êrê heya dilopa wê ya dawî vedixwim. Beriya ku ez bipirsim, ew dipirse, “Ma ne wisa ye, ava pir tehmxweş̧e ne?”
Bi rastî jî Ava Êrê pir xweş̧ e. Min li çiyayên Kurdistanê ji sedan kaniyên ji hev xweşiktir av vexwer. Ava Êrê jî pir xweş̧ bû. Lê tevî ku evqas bi nav û deng bû dîsa jî min nekarîbû sira wê fêr bim. Li zozanên Serhedê ku zarokatiya min lê derbas bibû, min têra xwe bi caran ji kaniyên wê yên wekî qeşayê av vexwaribû. Hîn jî tehma wê avê di bin diranên min de maye. Ger çîroka Ava Êrê ewqas ji min re nehata gotin dibe ku min ew ji rêzê ji bîr bikira. Lê dibe ku ji çîroka wê yan jî ji bîranîna wê be, tehma Ava Êrê jî wê her tim ligel min bimîne.
Piş̧tî ku min av vexwer êdî ez bi wê bawer bûm ku zêdetir ji tehma avê, çîrokeke wê hebû dibû sedem ku ewqas bi nav û deng bibe. Di nava bîranînên gerîla de bîranên ku bi caran dubare dubare tên gotin, lê di her gotinê de dibe sedema kelecaneke nû, bi taybetî jî ligel kesê/a ku ew jiyaye dibe sedema forîna coş̧ê hene.

Serpêhatî werdigerin efsaneyê

Her serpêhatî û bûyer, ji bo cih,qad û girê lê hatiye jiyîn dibe nav û her lê dimîne. Piş̧tî salan ji kesên ku ew bûyer di serê wan re derbas bûye kes nemîne jî, ew cih bi wî navî tê bibîranîn. Ew çîrok di nav gerîla de her tê vegotin û di nav gerîla de bê mirin dibe. Hin ji van cih û serpêhatiyan xwediyên çîrokeke trajîk in û hin jî xwediyê çîrokeke komîk in. Her çendî ku hin bûyer tenê di kêliya hatine jiyîn de xwediyê girîngî bin jî, ligel gerîla dibe sedema çêbûna bîreke kûr, nayê jibîrkirin.
Bûyerên ku ji bo kesek ji rêzê tiştên asayî û ji rêzê ne, di mercên gerîla yên şerê germ de dibin bîranînên nemir. Ji ber vê yekê, wekî ji rêzê ye li wan nêrîn, bi sivikî lê nêrîn bi demê re bi mirov de dibe sedema poş̧maniyê. Vaye ji ber vê sedemê min dixwest, her çendî dema ku min Ava Êrê vexwaribû jî sira wê kifş bikim û efsûna wê fêr bibim, ew çîroka ku ew di nav gerîla de navdar kiribû fêr bim. Ya hîn jî girîngtir her min ew kesê ku evqas wate dabû vê avê dît.

XALIT ERMÎŞ