Wexta min (Rev) xwend, min ji xwe re got, mimkin e ku Mehmed Uzun ev şi’r xwendibe û wê tesîr li wî kiribe? Ji ber ku şi’ra ‘Rev’ di dema xwe li ser zimanê gelek kesan bûye û xwediyê kovara Yeni Akış, Mehmet Ali Aslan dibêje, min ev şi’r sala 1967’an di mîtinga Silîvanê de xwendiye.

 

ÎBRAHÎMBULAK

Abdurrahman Alaca an jî bi navê wî yê nivîskariyê Edo Dêran. Di kovara Yeni Akiş de pêrgî şi’rekê wî hatim. Navê şi’rê ‘Rev’ bû û çer min xwend, Destana Egîdekî hat bîra min. Di Rev de Edo Dêran digot;

Em du bırane

Dudu ji tıvıngê MARTÊNİ

Ketın serê van çiya

Mehmed Uzun jî di Destana Egîdekî de digot;

ew penc kes bûn, çar mêr û jinek ku her yek ji derek, le xwedî qederek ‚

Yek jê çîroka du birayan bû, yek jê ya 5 şervanan. Edo Dêran li dijî ‘cendirma’ pişta xwe dabû çiyayên asê, Mehmed Uzun li dijî ‘eskeran’ ‘di gundekî beçare yê Kurdistanê de’ ketibû nav şerekî. Di destê her duyan de jî ‘tiving’ hebû û hişê wan diçû ser rojên bihurî.

Wexta min xwend, min ji xwe re got, mimkin e ku Mehmed Uzun ev şi’r xwendibe û wê tesîr li wî kiribe? Ji ber ku şi’ra ‘Rev’ di dema xwe li ser zimanê gelek kesan bûye û yek jî xwediyê kovara Yeni Akış, Mehmet Ali Aslan dibêje, min ev şi’r sala 1967’an di mîtinga Silîvanê de xwendiye. Ev jî tê vê maneyê ku ev şi’ra hanê bûye dengê dewr û nişfekî. Esas, karê Abdurrahman Alaca parêzerî bûye û di salên 60’î de dest bi nivîsandina şi’rên bi Kurdî kiriye. Jixwe, çend şi’rên wî hene ku gelek ji wan di sala 1967’an hatine nivîsandin. Lê, wer xuya ye ku Edo Dêran şairtî ji xwe re nekiriye karê esas.

Çîroka “Şi’reke Sêwî’

Şair Rojen Barnas sala 1996’an di kovara Nûdemê de şi’rekê belav dike û navê şi’rê jî dike “Şi’reke Sêwî’:

Hêdî pir hêdî

Ro l’ danê rojê

Cî cî çemek dikene û digirî

Ji dengê herikandina aveke fusûnkar

Av û deng û reng di dilan de meşhûr dibe

Tarî

Hûr dibe

Kûr dibe

Dûr dibe.

Di bin şiîrê de dibêje: “Min vê şi’rê di sala 1965 de bi devkî ji Mihemed Emîn Bozarslan bihîst. Şa’irê vê şi’rê nedihat zanîn û ez hê jî pê nizanim. Dibe ku ev kovar an rojnameke mîna Dîcle-Firat an Yenî Akiş de derketibe, lê haya min jê tune.”  di dewamê de jî dibêje: “Ku hinek rojek li derekê çav bi orîjînala wê ya çapbûyî bikevin bila ji kerema xwe re haya me pêxin.” Gava min ev têbiniya Rojen Barnas û şiira ‘Şi’reke Sêwî’ xwend, li cem min hîsek wer peyde bû ku ev şi’r dibe ku ya Edo Dêran be. Min ji Rojen Barnas re nivîsî û qala şi’ra Rev kir.

Cevaba Rojen Barnas werê bû:

“Ew şi’ra ku tu giliyê wê dikî, ne şi’ra Edo Dêran (Av. Abdurrahman Alaca) e. Min Abdurrahman Alaca û birayê wî Tayyar Alaca di sala 1972 de li girtîgeha leşkerî ya Diyarbekirê dît, lê ne wek şair Edo Dêran.

Jixwe, ku baş bala xwe bidiyê, devoka şi’rên Edo Dêran û ya vê şi’rê jî naçe ser hev. Devoka şi’rên Edo Dêran ya Serheda Jorîn e (Qers, Agirî, Erzerom).

Şi’ra “sêwî” ji devoka herêma rojhilatê Diyarbekirê ye.

Dibe ku ev ya Necîb Kopelî (Küpeli) be, hingê (1965-66) wisa hate guhê min: Rojek li nivîsgeha Seîd Elçî ku Necîb Kopelî jî li wê derê rûniştîbû, min ev şi’r bi awayek armonîk  ji wan re xwend. Gelek li xweşa rehmetiyê Seîd Elçî û Necîb beg çû. Elçî  pirsî ‘ev şi’r a xweş a kê bû?’ Min gotê, ‘welleh ez baş pê nizanim, lê dibêjin ku a Necîb Kopelî ye’ û pê re jî li Necîb beg zivîrîm. Min jê pirsî, ‘tu çi dibêjî?’ Necîb beg bi maneya erêkirinê bişirî, lê negot ‘erê’, û ne jî got, ‘na’.

Di wê demê de herkes ji siya sola xwe ditirsiya û xwe ji MÎT’ê diparast. Dibe ku ji ber wê sedemê Necîb beg negotibe ‘erê’. Lê bi rastiya wê nizanim.

Heyfa min ji wê şi’ra delal re hat ku bi nivîskî ji edebiyata kurdî re nemîne, loma, min ew di Nûdemê de da çapkirin.

Serpêhatiya min û vê delalê (şi’rê) jî ev e.”

Ango Rojen Barnas jî Abdurrahman Alaca nas dikir lê bi qewlê wî ‘ne wek şair Edo Dêran’. Di cewaba Rojen Barnas de mirov têgihişt bê ka wê çaxê milet ji ber tirsa dewletê çawa nediwerî xwedîtiyê jî li berhemên xwe bikira. Ha ji ber vê tirs û zilma dewleta Tirk, şi’ra Rev a Edo Dêran jî ji bîr çûye. Jixwe, Edo Dêran jî piştî demekê tenê bi karê abûqatiyê rabûye û salên 90’î jî li Qersê di dewra DEP û HADEPê de bûye serokê rêxistina wan a bajêr. Piştî mirina wî, Ayhan Erkmen biyografiya wî dinivîse û di pirtûkê de cih dide şi’rên wî yên bi Kurdî û Tirkî jî.

Edo Dêran kî ye?

Sala 1943’an li gundê Alaca ya Dîgor a Qesrê tê dinê. Sala 1959’an li Zanîngeha Stenbola li beşa hiqûqê dixwîne. Salên 60’î ji bo nivîsandinê çaxekî baş bûye ku jixwe nivîsên wî pirranî eydî wî çaxî ne. Sala 1969’an xwendina xwe diqedîne û sala 1970’yî ji Baroya Erziromê destûrnameya xwe werdigire û dest bi karê abûqatiyê dike. Sala 1975’an buroya xwe ya abûqatiyê dibe Qersê û li Qersê du dewran seroktiya Baroya Qersê dike. Di dema darbeya 12 Îlonê de tê girtin û piştî girtina 66 rojan wî berdidin. Sala 1987’an mala xwe bar dike Erziromê lê ew dîsa buroya xwe ya abûqatiyê li Qersê dihêle. Sala 1993’yan di DEP’ê (Partiya Demokrasiyê) de bi karê serokatiya rêxistina bajêr radibe. Piştî girtina DEP’ê û vekirina HADEP’ê (Partiya Demokratîk a Gel) dîsa dibe serokê rêxistina bajêr a partiyê. Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê de di nav refên HADEP’ê de ji rêza yekemîn dibe namzetê parlementeriyê. Sala 1997 dîsa dibe serokê bajêr a HADEP’ê. Sala 2003’yan bi nexweşiya pençeşêrê dikeve û li Stenbolê tê dermankirin. 5 rojan beriya ku wefat bike, Baroya Herêma Qers-Erdexanê ji bo xizmetên wî yên 33 salan, plaketê dide wî. 10´ê Nîsana 2003’yan jî rehmet dike.     

Çend şi’rên wî yên bi Kurdî ez ê li jêr binivîsim.

* Helbest û agahiyên derheqa Edo Dêran de ji kîtêba Ayhan Erkmen “Abdurrahman Alaca (Edo Dêran)” hatine wergirtin.

** Me dest neda rastnivîsa helbestên Edo Dêran ango di dema xwe de çawa hatine nivisîn bi vî rengî ne. Wekî din bersiva Rojan Barnas jî weke xwe hatiye hiştin.

     

EZ ŞAIRÊ KURD IM!

Û ez;

Şairê Kurd

Kûrê Belloyê kor Edo Dêran

Naxwazim Sîsê tu!…

Tu delalîka dilê min

Bêyî ber derê kela Romê

Xwarki li ber gardîyanan

Ustîyê xwe yê Venûsî

Sedema çawên min ê şillaq

Dikarî ku carekî bibînî

Derwa şev bi ewran va

Ewr sîyar bûn li ewran

Û li ser pira Galatayê

Fortek diçû gava dinê

Mîna brûska

Li ber îskeleya Karaköyê

Sekinîbûn çar xortê simbêl reş

Li wêda çar cigare

Digotin rêwiyan ra

Dixebitin em bi salan

Kerîyek nanê tisî têkine zikê xwe

Em hemmalın hemmal

Hemû şuxûlî dikin, dişûxilin…

“Karîn em;

      Mêra bikûjin

Karin em;

       Diltîyê bikin”

                  Digotin û digîrîyan

Sit derbazbû serdanpê

Gulav

Bin çewan ra xortan li wê nêhêrî

Min li ewran dinêhêrî

Ewr li ewrekî dinê siwar bibû

Sitê çû kete keştîyê

Li lêmanê

Çar xorte simbêl reş

Ez

Û li wê di nav lêvan de pênc cigare man!

                             Çileyê Pêşin/ 1967 

 

R  E  V 

I

Ser meda gırtın 

Berbangeke kûr

Em du bıra bûn 

Eme deste vala… 

Isdêrk hıldışiyan 

Dikê subê hê xewdabûn 

Em du bıra bun

Ketıbun pey belengaziya xwe

Derketıbûn serê çiya 

Çiya ne bê bext bûn

Mina cendırma  (1)

Pêxasbûn

Bırçibûn

Û belengaziya mera

Vekırıbûn heméza xwene mezın 

                              Ç İ Y A

Siha me bû mera heval 

Yek ji çîyayê bılınde por sıpi 

Me zanıbû 

Çîya ne bê bext bûn

Mina cendırma …

            II 

 Helya 

Berfa zıvıstana reşe dırêj 

Derbıhare nıha 

Gundî gı derketın  COT 

Çar kod cehê me man 

                           ÇELADA

Em du bırane

Dudu ji tıvıngê  MARTÊNİ  

Ketın serê van çiya 

Çiya ne bê bextın 

Mina cendırma 

Guhê me ne qıryaye 

Dılê me tıji kul

Kes newêre bê ser meda

Mirata mırınê rû sare …

Dûrva tê xuyanê kulilkê zozana 

Û tê dengê şıvan û gavana 

Gelo bıgijın em,  wan çaxana  

ZOZANA    KOTANA    GAVANA

Em du bırane 

Baranê dest pê kıriye 

                            İşev

Mina zalımekî  heyani subê 

Bê dew û bê darbe  

Rûbarê dunêda 

Kevır û kuç dane hev 

Ser meda tê çar gav 

 ŞEV

Dîsa kete bira mın 

                     XEZAL

Porê zer

Çevên reş 

Û kenê delalva 

Gılî gazınê xwe meyne ser meda!    

Reva me, 

Reveke pır bê emane 

Dest kul û bırîneke bê dermane

Em herd bıra 

Derketın serê

                   VAN  ÇİYA

Em du bırane 

Dudu jî tıvıngé  MARTÊNİ 

Ketın serê van  ÇİYA… 

 

(1)  Serpêhatiya du birayan e ku ji ber zexta bêqanûn û neheq neçar mane berê xwe bidin çiyê. (YENİ  AKIŞ  Çiriya Paşîn 1966  Hejmar  4 )

     

KILAMA XWE BÊJE!

Hêvî kirin rind e

Qasi çawê te

Şayî… Mîna destê te

Camêrbe, meke rureşi

Kilama xwe bêje!

Van destên xwîna bi rêx

Van destê xwîna bi hevîr va mezinkirî tu

Dayîka te

Ustî xwar û çewên bi hesîr maye li paş min

Nava êla rengîn de min bêrûmet

                                                Meke

Kılama xwe bêka

Klama xwe!

Bangbike

Bi zimanê xwe

Lawê xwe

Û dilê xwe va

Dayîka te bira nebe

Şerma netika te

Bê rumetî xirab e

Serê xwe bilind bike

Kulma bigivêşe ser şevan ve

Nenuka ve verroje erdê

        û peşva here!…

Pey bayê gurt tên

Şewê sayî

….   

Çileyê Paşîn 1967/Stenbol