Avesta ji kaniya ziman û edebiyat û bi giştî kultûra Kurdî kovarên Hawar û Ronahî ku bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan û alîkariya ronakbîrên Kurd ên din derdiketin, berhevokek berhemên folklorê amade kir: Şîretbêj. 

Çendek berê weşanxane berhevokek din bi navê Stranvan weşanxane berhevokeke din çap kiribû, bi Şîretbêj re berhevkirin/kitêbkirina berhemên folklorîk ên Celadet Alî Bedirxan; Hawar û Ronahî temam dibe.
Berhem ji sê beşan pêk tê. Wek kategoriyek giştî berhemên folklorîk bi “Gulistan” hatiye binavkirin, “Şîretbêj” û “Hinek jî Henek.” Beşên duyem û sêyem jixwe di kovaran de wekî sernav hatine bikaranîn. Celadet Alî Bedirxan bi navê xwe û çend navên mustear û gelek tişt jî bê nav nivîsandine, ji uslûb û naveroka wan diyar dibe ku ê wî ne. Hin tekstên bi mijarê ve girêdayî ku nivîskarê wan diyar e û ne ê wî ne jî, me xwest di vir de bi cih bibin. 


 ENQERE