Welatiyên bajaroka Sirînê, salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarok bi şahiyekê pîroz kirin. Pêr, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajaroka Sirînê, bi boneya salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarok şahiyek organîze kir. Şahî li dibistana seretayî a li navenda bajarok hate li darxistin. Di şahiyê de nûnerên TEV-DEM`ê ya Kobanê, Fermandarên YPG/YPJ`ê ku beşdarî hemleya rizgarkirina bajarok bûbûn, meclîsên hersê xetên gundên Kobanê û bi sedan welatiyên bajaroka Sirînê, amade bûn.

Cihê şahiyê bi wêneyên şehîdên azadiyê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên TEV-DEM`ê û YPG/YPJ`ê hatibû xemlandin.

Beriya destpêka şahiyê, tîma fotbolê ya Sirînê û Kobanê, maçek lîstin. Di encamê de tîma Kobanê li hemberî tîma Sirînê bi serket.

Di şahiyê de Hevserokê Meclîsa Gel a bajarokê Sirînê Hecî Mihemed axifî û lehengiya ku şehîdan ji bo rizgarkirina bajarokê Sirînê û herêmên Rojava û Bakûrê Sûriyê dane, bi bîr xist û got:”Ger ne ji fedekarî û berxwedana YPG/YPJ`ê bûya, me nikarîbû ji terorê xelas bûbane.”


Serkeftin îradeya azad e

Her wiha Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Kobanê Felek Yûsif jî di şahiyê de axivî û salvegera rizgarkirinê li welatiyên Sirînê û Bakûrê Sûriyê pîroz kir û wiha domand:”Serkeftina ku li Sirînê pêk hat, serkeftina îradeya azad e”.

Ji aliyê xwe ve jî, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Arif Balî axivî û diyar kir ku rizgarkirina Sirînê  çiruska yekemîn a hemleyên Minbic û Tabqa û niha jî Reqayê ye.”

Piştî axaftin bi dawî bû, welatiyan govend li qadê gerandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku YPG/YPJ`ê û Odeya Çalakiyan a Burkana Firatê li ser daxwaza gel, bajaroka Sirînê di 27`ê  Tîrmeha 2015`an de ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. 


 KOBANÊ