YPG’ê ragihand ku, hemleye bi navê tolhidana komkujîya şehîdên Kobanê ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatiye destpêkirin, bajaroka Sirîn hat rizgarkirin. Piştî operasyona 18 rojan, bi rojane bajarokê Sirînê ketibû dorpêçê de û îro di encamê de bi temamî bajarok ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate rizgar kirin. YPG’ê têkîldarî operasyonên li Hesekê û Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Şervanên YPG’ê doh danê sibehê ketin bajarokê Sirînê yê dikeve başûrê Kobanê û dinavbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran rûdan. Di encamê de 24 çete hatin kuştin.
Demek dirêj e bajarokê Sirînê di çembera şervanên YPG’ê de bû. Bajarok ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve maiyin kiribûn û gelê sivîl yê bajarok dîl girtin ku hemberî operasyona şervanên YPG’ê weke mertal bi kar di anî. Daxuyanî YPG’ê bi vî rengî bû:” hêzên me yên ber çemê Firatê gihiştin hev, operasyona rizgarkirina bajaroka Sirîn hat destpêkirin. Operasyona doh pişt nîvro destpêkir bi awayekî lêz pêşve çûye. Komên çeteyan ji bo peşî li hêzên me bigrin bi maşînekî teqemenî ve êrîş lidarxistin lê ev maşîne ji aliye hêzên me ve ji dûr ve hatiye ruxandin. Hêzên me piştre pêşketine xwe dewam kirin û Mehateya Kehrebe ya başûrê bajarok bi dest xistin. Li vir 7 endame çeteyan hatin kuştin. Hêzên me tevî 2 termê çeteyan dest danîn li ser 1 BKC, 800 fîşekên BKC, 2 kleş, 1 bêtel û 7 gulleyên roketavêja B7.
Hêzên me derbên giran li çeteyan xistin. Hêzên me di demjimerên nîvro de bajaroka Sirîn bi temamî paqijkirin û gihandin azadiye xwe. Xebatên legerîne ya li bajarok û gundên derdora vî de berdewam dike.”
Li Hesekê operasyonek nû
Her wiha Navenda Ragihandina YPG’ê derbarê operasyonên li Hesekê dabûn destpêkirin jî agahî da. Di daxuyaniya YPG’ê de têkildarê operasyonên Hesekê wiha hat gotin: “Hêzên me yên ku pêr taxa Neşwê bi temamî rizgarkirin, pişt nîvro li başûrê Hasekê operasyonek nû destpêkirin. Hêzên me, ji Mahateya Kehrebe ya başûrê Hasekê, ber bi herêma Panoramayê serê başûr a bajar ve pêşketin. Li vê herême navbera çeteyan û hêzên me de pevçunên dijwar rû da.
Hêzên me di saetên şevê jî ji qada Vîlatê Sor a başûr rojhilatê Hasekê ber bi gundê Fellah ve rêketin. Piştî pevçunên dijwar hêzên me vê herême ji destê çeteyan rizgarkirin. Hejmara kuştî û birîndarê çeteyan a li van herêman nehatine zelalkirin.
Pevçunên 24 seatên dawî ya li van herêman de 4 rêhevalên me yên ku bi lehengî têdikoşiyan, û gihiştin şehadete.
Xebatê hêzên me ya di taxa Neşwê jî berdewam dike. Hêzên me di encama van xebatan de hejmarek zêde çek û cebilxaneyê çeteyan bi dest xistin.”