Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê encama operasyona Hesekê û başûrê Kobanê eşkere kirin. Di encama van operasyonan de 3 nuqeteyên taxa Newşa a xerbî ji çeteyan hate paqijkirin û bajarokê Şirînê bi temamî kete çemberê. Daxuyaniya fermî ya YPG’ê wiha ye: “Operasyonên hêzên me ya li hember çeteyên ku hewldidin navenda Hesekê dagirbikin dabûn destpêkirin, berdewam dike.
Hêzên me yên ku di taxa Neşwê de pêşdikevin, şevê din çarxê rêya duyemîn a taxê jî bi dest xistin. Hêzên me dîsa 3 noqteyên din a ku çeteyan dagirkiribûn jî rizgarkirin. Bi vê awayî zêdetirê taxa Neşwê ketiye destê hêzên me de. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.”
Sirînê ya Kobanê temamî kete dorpêçê
Her wiha Navenda Çapemeniya YPG’ê operasyonên ku li başûrê Kobanê pêktê jî agahî da û bi vî rengî ragihand:” Operasyonên hêzên me ya li başûrû Kobanê, li dijî qadên di bin dagirkeriye çeteyan de dimeşîne, berdewam dike.
Hêzên me yên ku operasyonên xwe ya li derdora Sirîn zêde kirin, pêşketina xwe ya di bejahiya gundê Şuxha berdewam dikin. Hêzên me yên ku demek berê serdestî li ser rêya Sirîn û Reqqa çekirîbûn, şevê din operasyonek birin li ser gundê Malha ya dikeve başûrê bajarok. Rixmê ku li gund cih bi cih pevçun tên jiyîn, hêzên me rêya Sirîn û Reqqa bi temamî qut kirin. Bi vê awayî dorpeça li derdora bajaroka Sirîn hatiye temamkirin. Pevçunên li van qadan de 1 maşîne û 1 motorsîkletê çeteyan hatiye ruxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.”
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN
YPG’ê bersiva rapora HRW’ê da
Fermandariya Giştî ya YPG’ê bersiva rapora Human Rights Watch (HRW) da û diyar kir hêzên wan bi rêzdarî nêzî yasayên navnetewî û hevpeymanên mirovî dibin û hewl didin di hemû rewşan de li gorî wan tevbigirin.
Fermandariya Girşî ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nivîskî bersiva rêxistina navnetewî ya HRW ( Rêxistina Çavdêrîkirina Mafên Mirovan) da. Daxuyaniya Fermandariya Giştî wiha ye:” Rêxistina Çavdêrîkirina Mafên Mirovan (HRW) 15’ê tîrmehê raporek weşand û hêzên me tewanbar kir ku kesên temenê wan kêmî temanê yasayên şere, bikar tîne. Em wekî hêzên YPG’ê bi rêzdariyeke mezin nêzî rapora Human Rights Watch, hewldanên wan ên pêkanîna qanûnên mirovî yên civaka navdewletî ya azad û xwesteka wan ku hêzên me van qanûnan pêk bînin dibin. Rewşên ku di raporê de bal hate kişandin ser em ê bişopînin, hin tişt hene mijara disipilînê ne û em wan derbas bikin.
Tevî hemû êrîşan me peyman di navber xwe û Peymana Banga Cinêv ji bo kesên temenê wan kêmî temenî qanûnî tevlî beşdar nebin, îmze kir. Em di vir de dibêjin beşdarbûna hin rewşên kesayetî ku li derveyî siyaseta hêzên me ya giştî têne kirin, lê hêzên me tekane hêza ku li ser erdê gavên erênî pêk anîn, tevî rewşa Sûriyê û nakokiyên têne jiyankirin li ber çavê her kesî ye. Hêzên me kesên îsbat bû temenê wan kêmî temenê qanûniye ji endametiyê derxistin an jî navendên wan ên taybet hatin vekirin û li deverên dûrî cihên şer hatin bi cihkirin.
Em tekez dikin ku emê li gorî peymanên me îmze kirine, tevbigerin . Carek din em bi rêzdarî nêzî qanûnan dibin û em ê li gorî lîsteyên mafê mirovan û di rewşên awerte de jî gelê me jiyan dike û tevî êrîşên tunekirinê jî, kêmasiyên pêkanîna zagon û yasayên azad û demokratîk bêne rakirin.”