Bi sedan şêniyên herêma Sirînê ji bo bêdengiya dewleta Tirk derbarê rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîdkirina wî, meşiyan.

Di çalakiya bi pêşengyta Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Ferhad Dêrik û endamên saziyên civaka sivîl, amade bûn.

Meş ji daketina navçeya Sirînê dest pê kir û li kolanên sereke yên navçeya dewam kir. Di meşê de, xelkê wêneyên Ocalan, ala TEV-DEM´ê, YPG û YPJ`ê rakirin û bi pankarta li ser nivîsandî, “Em ê sîstema Îmralî parçe bikin û azad bi Ocalan re bijîn” daxwaza xwe îfade kir.

Meş li qada li hemberî Şaredariya Gel, veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de, Ferhad Dêrik axivî û tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û got,  fikir û felsefeya Ocalan ji bo hemû gelan e, ne tenê ji bo gelê Kurd.

Ji rêveberên  Kongreya Star li herêma Sirînê, Emel Mustefa jî axivî û got, bi saya fikr û felsefeya Ocalan, îro gelê herêmê yekîtiya xwe ava kir û di yek çeperê de cih digire  li dijî terorê.


ANHA / KOBANÊ