Şirnex li ber destavêtinê rabû !
Eskerê Artêşa Tirk a dagirker Alparslan Akbudak li navenda Şirnexê hewl da dest biavêje keçeke 13 salî û li ser qîrîna zarokê xelkê navçeyê esker zevt kirin. Ji dema bûyer hatiye bihîstin, xelkê Şirnexê bi gelek awayan nerazîbûna xwe diyar dike. Rayedarên dagirkeriya li bajêr anîbûn ziman ku eskerê wan serxweş bûye, lema tiştekî wisa kiriye. Ev awayê daxuyaniyê hêrsa xelkê zêdetir kir. Şevê din heta derengiyê nerazîbûna xelkê hem li navend, navçe û ser medya civakî dewam kir. Kurdistaniyan anîn ziman ku wê hesabê vê bipirsin û bêdeng nemînin.
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr diyar kir ku bûyera ku qewimî bi polîtîkayên heyî yên îqtîdarê re girêdayî ye û wiha axivî: “Helbet rojek derbasnabe ku li Tirkiyeyê êrişeke zayendî pêk neyê. Bi salane, li Şirnex û navçeyên wê bi dehan bûyerên destdirêjiyê ji aliyê hêzên dewletê ve pêk hatin.”
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zozan Aksu jî nerazîbûn nîşan da û got: “Em ê wek TJA’yê bêdeng nemînin û em ê van kesan teşhîr bikin. Ez bang li xelkê Şirnexê dikim, dem dema yekîtiyê ye, divê em bibin qêrîna zarokên xwe.”
NAVENDA NÛÇEYAN