Wê demê weke îro gotûbêj, nîqaş ne li ser çareseriya pirsgirêka Kurd dihatin kirin. Gotûbêj li ser hebûn û nebûna Kurdan dihatin kirin. “Kurd hene an nînin?” Kurd xwe bi xwe li ser hebûn û nebûna xwe diaxiviyan. Bêguman ev jî ji bo xwe pêşketin didîtin. Ji wê rewşê xirabtir, ji wê êşê girantir nîne ku mirovek li ser hebûn û nebûna xwe biaxieve. Bi taybetî ku civakek ketibe rewşeke wisa hê xirabtir e. Ku civakek bêje ez heme an ez nînim, hebûn û nebûna wê weke hev e. Ango ew civak mirî ye. Kurd di rewşeke wisa de bûn.
Di wê dîrokê de Kurdê ji xwe, ji dê û bavên xwe şerm nekira tinebû, Kurdê ji zimanê xwe, ji çanda xwe, ji dîroka xwe nereviya tinebû. Lê ne tenê direviya, dijminê zimanê xwe, çanda xwe, dîroka xwe û nasnameya xwe bû. Kurd ji xwe bi xwe direviyan. Kurdê nelewîtî nemabû. Nasnameya Kurdan bûbû agir bi pêsîra wan ketibû. Her kes di nava kêferatê de bû ku berî gavekê xwe ji wê nasnameya xwe rizgar bike. Lê rizgarî jî pir zehmet bû.
Ango Kurdîtî bûbû bela, bûbû toqa lanetê ketibû stûyê wan. Kurd ji rastiya xwe pir dûr ketibûn, ji rastiya xwe bi lez direviyan. Rizgariya ji rastiya xwe, ji bo xwe şeref û rûmeta herî mezin zaniyan. Di xiyaneta li hemberî rastiya xwe di nava pêşbirkeke pir dijwar de bûn. Her kesî xweziya xwe dianiya ku berî gavekê bibe Tirkekî baş. Lê ew jî zû bi zû bi dest her kesî nediket. Lewre ji bo Tirkbûnê jî bedel pêwîst bû. Kurd bi dana wî bedelî jî razî bûn.
Bi kurtayî Kurd li hemberî rastiya xwe kerr, kor û lal bûn. Hêvî nemabû, baweriya ti kesî bi ti kesî nedihat. Mirov dikare bêje civak di reşê de bû. Bêhna mirinê ji Kurdisanê dihat. Lê ew bêhn li her kesî xweş dihat. Pirtûkên dînî dibêjin dema carna bêhna bihiştê bi ser dojehê re derbas dibe, yên di dojehê de, ji ber ku fêrî bêhna xweş nebûne ji wê bêhnê nerihet dibin. Kurd jî wisa li wan hatibû. Di wê dîrokê de dema carna behsa azadî û rizgariyê dihat kirin, hema hema her kes pê nerihet dibû.
Çawa ku di şeveke pir reş û tarî de, birûskek vede wê tariyê biqetîne, PKK’ê jî weke wê birûskê veda. Wê birûskê hem Kurd şiyar kirin hem pêşiya wan ronahî kir. Lê ku mirov 27ê Mijdarê tenê weke avabûna partiyekê binirxîne wê pir kêm bimîne. Lewre ne tenê partiyek ava bû. PKK’ê dest avêt jiyana civaka Kurd. Mûdaxeleyî jiyanê kir. Ji Kurdan re got ev jiyan ne jiyana we ye, divê ev jiyan bê guhertin. Bi awayekî din mirov dikare bêje 27ê Mijdarê rabûna ji goristanê bû. Çawa ku dewleta dagîrker jî digot Kurdistana xeyalî li vir hatiye veşartin. Hem dijmin bawer dikir ku hatiye veşartin hem Kurdan bawer dikir.
Di dîrokeke wisa de çend ciwanên Kurd ku çar pol di berîkên wan de tinebûn, gotin em vê jiyanê ne ji bo xwe qebûl dikin ne ji bo gelê xwe. Hem baweriya xwe bi xwe anîn, hem bi gelê xwe.
Her kes dipirse, dibêje evqas dinya bi ser PKK’ê de diçe çawa tine nabe, heta her ku diçe xurttir dibe. Hikmeta wê çi ye? Hikmet di wî qasî de ye ku PKK’ê baweriya xwe bi xwe anî, bi gelê xwe anî; xwe spart gelê xwe, pişta xwe neda ti kesî. Wê demê her kesî dipirsî, digot kîjan dewlet li pişta we ye. Sih û sê sal derbas bûne hê jî dijminên PKK’ê vê hikmetê nizanin û nabînin. An jî naxwazin bizanin. Weke din PKK’ê bi fedakariya xwe, bi rabûnrûniştina xwe, bi sekin û helwesta xwe, bi exlaqê xwe bawerî da gel. Hêza herî mezin di nava gel de vaşartî ye, PKK’ê ev hêz keşif kiribû.
Eger yek bipirse bêje piştî 27ê Mijdarê li Kurdistanê çi hat guhertin, bi gotinekê mirov dikare bêje Kurd ji xewa mirinê rabûn; Kurdan rastiya xwe dît; xwe nas kirin; dijminê xwe nas kirin; riya jiyaneke nû dîtin; êşa xwe nas kirin û derman jî dîtin. Bi kurtayî deriyê mirinê hat girtin, deriyê jiyanê hat vekirin. 27’ê Mijdarê ev e.
DIYAR BOHTÎ