Têkoşîna çil salî, hewqas berdêlên giranbiha ne tenê Kurd, derdorên xwe jî, herêm jî kirin nava guhertinê. Diyalektîka dîrokê rastiyek derxistiye holê, Kurd jî li gorî wê rastiyê haraket dikin.
Lê, dijmin û Kurdên li dora dijmin kom bûne, bi mêjiyekî “Kurd hîna Kurdên berê ne” haraket dikin, yan jî dixwazin wilo bidin xuya kirin. Kî kê dixapîne gelo? Balkêşe ku, di dewsa axayên çete, Rehber û Diyaban de, îro jî siyasetmedar, rewşenbîr û entellektuel di vê handikapê de kêferatê dikin û nikarin xwe ji “tara bêjinga” derî demê xelas bikin.
Gelê Kurd, li çar parçeyên Kurdistanê, sih sale şerê azadiyê, şerê heq-hiqûq, azadî û jiyaneke bi rûmet dike. Di bingeha xwe de, gelê Kurd li dijî faşîzma herêmê şer dike. Faşîzma li herêmê, bi sazkariya netew dewletan dest pê kir, bi hêzên girker û destekgirên van hêzan yên Kurd hate dijwar kirin. Bi vê pêwanê gelê Kurd, 30 sal in ku li dijî hêzên dagirker û alîgirên wan yên bextreş şer dike. Ji ber vê çendê serketina gelê Kurd şoreşeke insnaî ye.
Di vî şerê dijwar û hovane de, gelek êş û azar hatin kişandin, rastî gelek qirkirinan hat. Gelê Kurd, di encama vî şerê pirrhêlî û dijwar de, dijminên xwe jî, dostên xwe jî baş naskirin. Ji bilî naskirina dost û dijminanan, nijinandina qenc û xeraban, baş û nebaşan jî pêk hat û bêjingkirinek hûr hûr hate pêkanîn. Di encamê de, du enî derketin holê: Yek, eniya xwedî maf û têkoşer, yanî eniya gel… Du, eniya ku mirin û qirkirina gele Kurd kirin bazirganiya xwe, yanî eniya ligel dijmin.
Eniya duyemîn-bazirgan pirr fereh e û pirr hêlî ye; aliyekî wê çekdarî ye, aliyekê wê siyasî ye, aliyek jî qelemşor in. Her sê basik jî, caşik in. Belkî ev gotin ji hinek kesan re giran werê, lê ne min, gorbihiştiyê Mustafa Barzanî ji bo kesên ligel dijmin cih girti bikar anî. Vê gotinê, di lîteretura kulturî, siyasî û jiyana rojane ya gelê Kurd de cihê xwe girtiye û rûniştiye. Dema romana min ya bi navê “Xaltika Zeyno” hate weşandin, ji sedema ku min gotina “caşik” bikaranîbû, gelek kesan ez rexne kirim. Balkêş bû, pirraniya kesên ku ez rexne kirim jî, ji başûrê Kurdistanê bûn. Min jî got, “ne min, lîderê têkoşîna azadiya Kurdên başûrê Kurdistanê bikaraniye.” Kesên ku ez rexne kirim, gotin; “caşik xweşik e, şêrîn e, çêlîka heywanekî ku ji bo mirovahiyê sudê didê ye, ew mirovên ligel dijmin, ji caşik ne çêtir in.”
Li gor pêdiwiyan tên bikar anîn
Ev eniyên ku sê beşê wê hene, beşek bi dengekî bilind diaxivin; beşek jî dema pêdivî bi wan çêdibe û axayên wan dengê xwe li wan dikin derdikevine holê û dengê xwe bilind dikin; beşê din jî bêdeng haraket dike, lê oportunîstiya xwe ji dest bernade. Her dem-heyam xwedî taybetmendiyên cûda ye. Lê hinek dem-heyam hene ku bi armanc û li gorî stratejiyan têne amade kirin. Armanca van demên sunnî pirr alî ye; geh rojevê diguherin, geh zemîna hinek kiryar û bûyeran amade dikin.
Di demên dawî de, Dengê Dengîr Mîr Mehmet Firat derket û beşek ji Kurdan jî weke ku tiştekî nû dîtin, keşîf kirine, xwe avêtin ser gotinên wî. Lê balkêş e ku Mehmet Firat tiştekî nû jî nabêje û propagendeya AKP’ê dike, di heman demê de zemîneke balkêş jî amade dike.
Kurd, navên wiha dirêj û bi çar peyvan, bikarnayînin. Navê Mehmet Firat jî dide xuya kirin ku, dema hatiye cîhanê mirovakî bi şans e. Bişansiya wî, hinekî ji kalikê wî, hinekî jî wî tê. Piştî ku ji alîkariya serokê Partiya AKP’ê hate dûr kirin, çû başûrê Kurdistanê û dema vegeriya di kanaleke telewizyona Tirkan de axivî û MÎRîtiya malbata xwe jî îlan kir. Wilo xuya dike ku gotina “Mîr” ya di nava çar navên wî de ji vê “payedana piştre” tê.
Balkêş e psîkolojiya gelên bindest, di navbera exlak û aqil de qetandinê pêk tine û
ne mina psîkolojiya gelên din e. Endamên gelê bindest, di quretî, bikaranîna binyat û nasnameya malbata xwe de, serî li riyên neweyî didin. Ev rastî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelê Tirk jî derbas dibe. Ji ber ku, piştî gomkirina pirsgirêka Kurd di “gora betonî” de Tirkan pirsgirêka Kurd jibîr kiribû û ji ferhanga xwe derxistibûn. Piştî pengava 15ê Tebaxê, car din bi heman pirgsirêkê re hatin pêşberî hev û Suleyman Demîrel, bi wê psîkolojiya “veqetandina aqil û exlak” got, “çend sergerde ne, Komara Tirkiyeyê wê di demeke kin de wan berteref bike.” Got, lê pirsgirêka Kurd ji rojeva Tirkiyeyê û ji asoyên mêjî û dilê gelê Tirk derneket.
Bêguman pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê rastî anî ser sifra Tirkan, di heremê de, denge serûbinî hev kirin, guhertinek civakî pêk anî. Mixabin Komara Tirkiyeyê, yan jî putperestiya Tirkîtiyê, ev guhertin ne dît û nexwest bibîne. Hîna jî di putperestiya tirkîtiyê de israr dike. Pirsgirêk di çarçoveya tolhildanê, lîstikên bextreşî û terorize kirinê de dît û ji bo qirkirina gelê Kurd jî şerekî giştî da destpêkirin. Ji ber ku Komarê û desthilatdariya AKP’ê, mina desthilatdarên berî xwe, mirin pîroz kirin û kina li dijî gelê Kurd dijwar kirin. Ev kîn jî, bi îdeolojiya fermî xwedî kirin û wek faşîzma reş daxistin kolanan.
Pûtperestiya Tirk
Hemberî ku tevahiya rayedarên dewletê, esker û sivîl, gelê Tirk rastiya “pirsgirêka Kurd” fêm kirine jî, desthilatdariya AKP’ê, pirsgirêka Kurd terorize dike û rastiya di nava fulyona pişta neynikê de nabîne, yan jî naxwaze bibîne. Rastiya li pey bûyer û pêşektinan red dike. Ev parastin û teşwîk kirina potansiyala kuştinê ye û wek nexweşiyek kronîk jî, di nava rayedarên dewletê de cih girtiye. Ev nexweşî bûye birîneke mûmarî. Balkêş e, ne zanînstên Tirkiyeyê, ne psîkologên Tirkiyeyê, ne stratejisyen û ne jî jî pîşesazên Tirk, li ser pirsgirêka Kurd ranawestin û dengê xwe bilind nakin, na bêjin, “êdî bes e, hun çiqasî birîna mûmarî bi xwîn dikin, em di vê xwînê de difetisin.” Mixabin, heta îro jî, referansên akademîk, raporên stratejîk, teva ligel dewlet û desthilatdariyê bûn, potansiyala kuştinê bi hêz kirin û kuştin û mirin pîroz kirin.
Ev jî handîkapa sosyo-polîtîk, sosyo-ekonomîk û paradigma zanista Tirkîtiyê bû. Lewma min gotina “putperestiya Tirkitiyê” bikar anî. Ev jî di çarçoveya populerîtede derkete holê û gelek kes jî, di rengekî karîkatûrizekirinê de, bûnê bazirganê (Kurd jî di nav de) pirsgirêkê. Vê helwestê, sosyo-psîkolojiya gelê Tirk û rastnêrîna li pirgsirêkê têk bir.
Dengîr Mîr Mehmet Firat jî, di hevpeyvina xwe ya dawî de, di vê çarçovê de diaxive û sosyo-psîkolojiya bazirganiya siyasî dimeşîne. Ciwamêr, bi armanca pîrûpak kirina AKP’ê haraket dike û gotinên xwe jî, bê perwa bikartîne. Hemberî ku îdeolojiya kevin, weke termên li ser pişta Tirkiyeyê bi nav dike jî, îdeolojiya AKP’ê ku bi îdeolojiya Cemaeta Fetul-munkîr re koalisyon kiriye nabîne. Mirov mecbur dimîne ku pirseke wiha bike: Îdeolojiya dewletê doh spî bû, îro kesk e. Yek şerîata laîktiyê bû, yek jî şerîeta cemaetê ye. Cenabê te çima ji rastiyê direve?
MEDENÎ FERHO
medeniferho@hotmail.de
Şîrove: AKP û alîgîrên AKP’e -I-