Lê belê dema ne wezîfedar be, mirov li gorî dilê xwe tevdigere. Ez bi xwe jî 2 salin wisa dikim. Bê wezîfe me û di festîvalê de wekî çavdêrek digerim. Hewl didim aliyên balkêş bibînim. Îsal jî min wisa kir. Demeke dirêj di ketina festîvalê de di bin darekê de roniştim. Bi baldarekiyeke mezin, min li beşdaran nêrî.
Bi rehetî dikarim bibêjim, min gelek tiştên balkêş jî dîtin ango ferq kiribin. Ezê behsa aliyên û peyamên siyasî nekim. Ez bawerim we aliyên wê yên siyasî bi riya weşana Roj Tv’ê û rojnamenameyên Kurd dîtin û xwendin. Lewma ezê nekevim wê aliyê festîvalê. Ez dixwazim aliyên ku balkêş, lê derneketin pêş, binivîsim. Ez bawer dikim wê bala we jî bikişîne.
Tiştên herî zêde bala min kişand, mijara tinebûna kesên bi turban bûn. Par ji ber zêdebûna hejmara jin, bi taybetî keçikên ciwan ên turban wekî AKP’iyan û Fetulahiyan girê dabûn, bala min kişandibû. Hetta min ji hin hevalan ra gotibû, ev çiye ?. Kesên turbanên xwe wekî AKPiyan û Fetullahiyan girê didan, ewqas zêdebûn, mirov digot qey, mirov di mîtîng ango civîneke wan de ye. Wê demê jî, ez fikirîbûm vê mijarê binivîsim, lê min nenivîsîbû.
Ji ber rewşa par, min îsal jî, çavên min, hema kesên bi turban geriyan. Lê belê tiştek ecêb bû. Her çiqas hejmara beşdaran li gorî par zêdetir bû jî, lê belê ji bilî 2-3 kesan min ti kesên turbanê wekî AKP û Fetullahiyan girê didin, nedîtin. Nirxandina vê rewşê karê sosyolog/civaknasane. Lê belê ez bi xwe vê rewşê, dûr-ketina Kurdan ya li AKP’ê dibînim. Texmîna min ewe ku, piştî şerxwaziya AKP’ê, bi taybetî jî bi konseptê şerê piralî rûyê wê rastîn derket holê, Kurdan dest bi mesafe xistina navbera xwe û wê kir. Min guhertina awayê girêdana turbanê ya Kurdistaniyan, ji aliyê fîzîkî be jî, ew naxwazin bişibin AKP’ê fêm kir.
Di festîvalê de aliyekê din yê zêde bala min kişand jî, zêdebûna beşdarên xerîbên dûr. Yanî yên derveyê Ewrûpayê. Em fêrî dîtina beşdarên festîvalê yên Ewrûpayî bûne. Lê belê di festîvala îsalê de, gelek xerîbên welatên dûr hebûn. Ji Pakistaniyan bigirin heta Endonezî, ji wan bigirin heta Çîn, Japon, ji Marok/Fasan bigirin heta reşikên Efrîkiyan. Li gorî salên berê îsal zêdetir xuya kirin. Piştî ku min nêrî, 2 keçikên hîndî, formulerê kampanya ‘Kurd statuya siyasî dixwazin’ belav dikin, zêdetir bala min çû ser beşdarên xerîb. Hema ez nêzî wan 2 keçikên hîndî bûm û min têkiliya wan ya bi Kurdan re pirsî. Çi bersivê bidin baş e ? Gotin ; ‘em bûkên Kurdan e ‘. Piştî vê bersivê min lêkolîna xwe zêde kir û min nêrî piraniya xerîbên behskirî, bi têkiliya bûk û zavatiyê Kurd nas kirine. Min festîvala doh dikarim bibêjim, hejmara bûk û zavayên me yên biyanî zêde bûne û dibin…
Noxteyeke din ya bala min kişand jî, zêdebûna kesên kincên netewî li xwe kirine bû. Di festîvalên heta îsalê de, zêde kesên kincên netewî li xwe kirine pir kêm bûn. Ji bilî zarokan, mirov bihejmarta, hejmara tiliyên 2 destan an hebûn an tinebûn. Heta yên ku kincên netewî li xwe kiribûn, wekî gundî dihatin dîtin. Lê belê îsal hejmara kesên kincên netewî li xwe kirine gelek zêde bûn. Di nava wan de jî, yên herî zêde bal kişandin jî, ciwan bûn.
Hetta hinek ciwan hebûn, traşa por û rûyê wan wekî ewrûpiyan bû. Ji lev bigirin heta poz û eniya wan, bi tiştên hesin tijî bûn. Di ser de jî kincên netewî li xwe kiribûn. Û dikarim bibêjim min xwe cara yekemîn tiştek wiha dît. Diviyabû min wêneyê wan bikişanda, lê belê derfetê min çênebû...
Di festîvala îsalê de ne zêdebe, bandora avakirina Eniya Ked, Demokrasî û Aştiyê jî xuya dikir. Hejmara derdorên çepgir ên Tirkiyê yên tevlî festîvalê bûn, zêde bûbû. Hebûna nunerên EMEP û standa wan û hin derdorên din ên çepgirên Tirkiyê festîval rengîntir kir.
Rexneyek ji bo komîteya amadekar
Organizasyona festîvalê li gorî salên berê hinek din baş bû. Lê belê pirsgirêka wezîfedarkirina kesên zû hêrs dibin dewam dikir. Hin wezîfedar hebûn, te digot qey ji bo bi beşdaran re şer bike, hatiye. Ev yek hertim heye. Divê pêşiya vê were girtin. Jixwe Dewleta Alman ji bo girse û saziyan bîne hemberî hev, cihê vekirî nade û festîvalê mehkûmê stadyûmê dike. Stadyûm ne cihekî ji bo festîvalê ye. Zarok û kesên seqet pêrîşan dibin. Erebeyên zarokan û seqetan nagirin hundur. Ev yek û gelek tiştên din dibûn sedema nîqaşan. Gelek kes li ber deriyê bi wezîfedaran re nîqaş kirin. Mirov naxwaze bibêje, lê belê hin wezîfedar te digot qey polîs in. Divê wisa tevnegerin. Tevgera wisa bêhemdî be jî, xizmetê siyaseta dewleta Almanya dixwaze gel û saziyan bîne hemberî hev dike. Ji ber vê divê komîteya amadekar di wezîfedarkirinê de, hinek hesas tevbigere, da ku rê li ber pirsgirêkên beshkirî veneke.
MEHMET DREWŞ
memeddrews@hotmail.com