Yê din Yanî Recep Tayyip Erdogan mîna her carê hostayiya xwe ya berovajîkirina rastiyan û derewan heman tiştî bi peyvên cûda dibêje.
Ka em li wan mêze bikin derbarê erdhejê de kê çi gotiye?
Muge Anli: „Xwedê zewalê nede leşker û polîsên me. Yên keviran diavêjin bila destên wan bişkin. Dema kêfa wan tê wek nêçîra çûkan nêçîran wan dikin. Li çiyan wan dikûjin. Paşê jî dema erdhej çêdibe dibêjin bila esker werin, polîs werin. Divê em mêzinan rast deynin. Di rojên zahmet de rihêmin, canê min. Em wan mîna çûkan nêçîr nekin. Ne wisa hesan e. Herkes dê hedê xwe bizanibe.“
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan erdhej jî îstîsmar kir û peyvên Muge Anli yên faşîzan dubare kirin.
Recep Tayip Erdogan: „Şaredariya Stenbolê digihije Vanê, Bursa, Enqere, Erzirom digihijin lê şaredariyên malûm ji dayina alîkariya ji bo Wanê xwuya nakin. Yên ji bo kevir avêtina polîs û leşkeran, molotof avêtinê û derdorê bişewitînin, wêran bikin di demeke kin de organîze dibin lê hûn mêze dikin ku di dema afetê de xwuya nakin.“
Dema mirov van herdû nirxandinan hi lemû tiştên hatine serobino kirin û derewên Erdogan jî serbixwe em binirpînin herkes dê bifikire ku ev refleksa Muge-Recep mîna refleksa du kesên cêwî ya li hember bûyeran ku di heman kêliyê de nîşan didin e. Erdogan derdekive pêşberî çapemeniyê piştî gotinên dûr û dirêj ên mîna qaşo divê ev mijara mirovahî nebê amûrê siyasetê rêz dike paşê jî bi rûşiştiyeke mezin derewan, êrîşkarî û heqaretên xwe rêz dike.
Bi êşa kurdan li kurdan dixe
Tevî ku mexdûrê erdhejê kurd in jî hikûmeta AKP’ê û Erdogan mîna hemû tiştên beriya niha îstîsmar kirin dixwazin vê mijarê jî ji bo biçûkxistin, tasfiyekirin û heqaretkirina li kurdan bikar bînin. Tê zanîn ku refleksa herî bilez a li dij erdhejê ji aliyê gelê kurd ve, şaredarî û saziyên kurd ve hate nîşan dan. Di kêliyên ku Erdogan qala çûna Enqerê dikir alîkariya lezgîn a ji şeradiriyên herêmê gihiştibû wanê ji aliyê serok, perlementer û rêveberên BDP’ê ve li gel dihatin belavkirin jî.
Lê belê Erdogan ku fêr bûye hemû tiştê xwe bi şovan bimeşîne. Bi gotinên cîlakirî û glover rastiyan berovajî bike û bi hêza yên jê re li çepikan didin û çapemeniya sîstemê van derewan weke rastî bide xebûlkirin heman tiştî di dema erdhejê de jî dimeşîne.
Erdhej jî îstîsmar kir
Alîkariya gelê kurd, alîkariya şaredarên BDP’î înkar dike û di heman demê de heqaretê li wan dike. Li aliyê din mîna ku pirsgirêkên herêma erdhejê tev hatine çareser kirin tevdigere û yên rexneyan dikin jî mîna xayin nîşan dide. Saziyên çapemeniyê yên dramaya li Wanê û kêmasiyên heyî nîşandidin jî dike hedefa êrîşên xwe. Erdogan dixwaze têgihiştina xwe ya beriya çend salan di mijara pirsgirêka kurd de di mijara erdhejê de jî bidomîne. Dibêje ezê bêjim, „Erdhej pêk hat, me mudaxele kir, pirsgirêk tev çareser bûn. Kêmasî nema.“ Her wiha li ser siyaset û medyayê jî zextê dike û dibêje, „heger hûn nebêjin alîkarî kêm e, heger hûn nebêjin çadir tune ne, heger hûn nebêjin mirovên li wir bêçare ne“ wê demê tiştekî wisa dê nebe. Tiştekî mirov nefikire û qala wê neke ji xwe tune ye.“
Bi munasebeta erdhejê me careke din rûyê rast ê AKP’ê dît. Çawa qeryana mezin a xwezayî jî ji bo berjewendî û hestên xwe ên dij kurd dij îradeya kurd îstîsmar dike. Çawa tevî ku alîkariya pêwist nabin herêmê jî derfetê nadin dewletên ku dixwazin alîkariyê bikin. Çawa di kêliya birînên erdhejê hêna xwînî ne û mirov di bin xirbeyanda ne jî li nêzî herêmê operasyonên xwe bê navber dimeşîne û êşên nû li êşên ku gelê kurd dijî zêde dike.
Hem van tiştan dike, hem jî bi helwest û şovmeniyeke ne kêmî ya Muge Anli derdikeve pêşberî ekranên televizyonan û gelê kurd ê mexdûrê erdhej û polîtîkayên dewletê jî biçûk dike.
Erdogan ji ber ku polîtîkayên wî vaha hatin derxistin dîn û har bûye. Mîna marekî ku jehr pêre gihiştibe hev tevdigere û derfetake biçûk jî hebe jehra xwe di pijiqînê ser kurdan. Ne erdhej, ne cejn ne jî tiştekî din dikare bibe asteng. Erdogan jehra xwe bijîne ser gelê me.
AZÎZ OGUR