Di her qetilkirinê de, di zêdebûna hejmara mirovên tên qetilkirin de kêf û şahiya wan, tetmîn bûn û jixweçûna wan zêdetir dibe. Ji bo zêdekirina êşa mirovên di bin îşkenceyê de, ji bo têkbirina îradeya mirovan lêkolînên zanistî, amûrên nû, rê û rêbazên nû diceribînin.
Hemû derfetên dewletî, sazî artêşa bi sedhezaran leşker, polîs, kontra û yekîneyên din ên ji bo qetilkirinê hatine perwerde û amade kirin hene. Ji xezîneya dewletê derfetên bêsînor ji bo xebata van yekîneyan hatine afirandin.  Biryardanên vê polîtîkaya kirêt a tê meşandin jî li paytextê, bi bedil, krawat û erebeyên zirxî diçin û tên. Li pêşiya kamerayan pesnê xwe bi hovîtiya xwe didin. Gefan li gelê Kurd, mirovên xwedî îrade û li ber xwe dide dixwînin. Têra xwe zanin rolê jî bikin. Hinek ji wan ên mîna Bulent Arinç, Abdullah Gul derdikevin ser ekranên televîzyonan û peyamên ‘bendewariya rojên xweş ên li pêşiya welat’ û dayina mafan dikin. Di heman kêliyan de zincîra di sukra harbûyiyê Wezîrê Karê Hundir ê qilefat mirov lê cewher ji mirovan pêde her tişt Îdrîs Naîm Şahîn sist dikin û bi şêwazekî girîzê diherikîne nirxek, bedewiyek namîne ku êrîş nakin.  Ji bo rewakirina meşandina heman kirêtî û hovîtiyê kanalên televîzyonan, rojname, rojnamevan, nivîskar, akademîsyen, pispor hatine kirîn. Kêlî bi kêlî teoriyên rewakirin, çewtnîşandana rastiyan û manîpulekirina civakê diafirînin.
Her wiha hevkarên xwe yên ‘esil Kurd’ lê di pişta Kurdan de bûne xencereke zingargirtî hene. Bi riya van jî lingê hevkarê hovîtî û kirêtiya li ser gelê Kurd yê di nava Kurdan de û ji Kurdên xwe firot hatiye avakirin. Mîsyoneriya polîtîkaya bi destê AKP’ê ji nû ve dagirkirina Kurdistanê dikin. Bê guman ji sofreya mezin ji bo van kesan jî hestî hatine veqetandin. Bi riya îhale, piştgiriya xabatên bazirganî û vekirina deriyên rantê van derdoran bi xwe ve girê didin. Dîsa bi girêdana bi maeş a di televîzyona ji bo înkarkirina Kurdan bi Kurdî hate avakirin TRT6, vekirina şîrketên produksuyonê, vekirina quncikeke çapemeniya dewletê û hevkarê AKP’ê, di medyayê de pesindayina wan hata hewldana dayina xelata ‘Ataturk’ a ji bo van kesan vê eniya xêrnexwaz bihêztir dikin. Hêzên emperyalîst ên hesabê wan li ser herêmê û dewletên din ên ji tinebûna Kurdan sûdê werdigirin ji xwe li gor rastiya xwe ya pragmatîk ku ji bo berjwendiyên xwe yên siyasî û aborî cîhan tev vergerandina dojehê tevdigerin.
Di encama van dengeyên jor ên ji bo meşandina polîtîkayên kirêt û hovîtiyê de xwîna Kurdan dirijînin. Milê zarokên Kurdan li pêş kamerayan dişkînin. Serê zarokên kudan bi qontaxên çekan dipelixînin û hovên ku vê yekê dikin ji aliyê dadgeh û saziyên dewletê ve tên xelat kirin. Zarokên Kurd di bin hedefa bombe û guleyan. Ciwanên Kurd dibin hedefa çekên kimyevî. Mirovên sivîl ên Kurd dibin hedefa tevkujiyên hêzên dewletê. Ji bo bûyina qurbanê tevkujiya dewleta Tirk ‘Kurdbûn’ têrê dike û zêde ye jî. Cerdevanên ku bi salan xizmet ji polîtîkayên dewletê kirin jî dem hat ji ber ‘Kurd’bûna xwe bûn qurbana tevkujiyan. Di dîroka dûr û ya nêz de çend tevkujî li ser van axan pêk hatin. Geliyê Zîlan, Dêrsim, Newala Qasaba, 33 Gule, Peyanîs, Geliyê Tiyarê û bi dehan cihên din.
Birîna herî dawî ya dilê Kurd bû tevkujiya gundê Roboskî yê Qileban a Şirnexê.  Şêvî din gundiyên ku ji bo debara xwe, yan ji bo dîtina xizmên xwe yên li başûrê Kurdistanê sînor derbas kirin hatin qetilkirin. Hikûmeta AKP’ê û hêzên ku ji sedî sed xistine bin kontrola xwe şêva din careke din teknîka herî pêşketî û biryarbûna herî bihêz nîşan dan û îmze avêtin bin tevkujiyeke din a Kurdan. Koma gundiyan ku xwestina ji başûr derbasî gundê xwe bibin li ser xeta sînor ji aliyê leşkeran ve tê rawestandin û paşde zîvirandin. Piştî demeke kin jî tevî ku leşker dizanin gundî ne koma derdora 50 kesî ku zarok jî di nav de bû hedefa êrîşa balafiran. Rêbaza li Daneyên pêşî yên ji herêma tevkujiyê tên nîşan dide ku rêbaza li Geliyê Tiyarê hatiye bikaranîn. Bi bombebarana balafirên şer ên Artêşa Tirk re tê gotin ku bêhneke dijwar pêşî belav bûye û mirovê bûne hedefa bombeyan tev şewîtî ne. Cesedên wan mîna komirê li wan hatiye û parçe bûne.
Di saetê nîvro de qala hejmara 36 miriyan dihate kirin û hin kesên winda jî hêna ne hatine dîtin.
Şupheya bombeyên napalmê zêde ye. Tevî vê bûyera mezin jî rayedarên AKP’ê piştî bûyerê bi 15 saetan jî tu nirxandin û daxuyanî ne hatibû dayin. Serfermandariya Artêşa Tirk jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew mafê ku qanûnê ji bo wan hatiye naskirin ê operasyonên derveyî sînor bi kar anîne. Her wiha herêma ku bûyer lê çêbûye ji aliyê gerîlayan ve pir hatiye bikaranîn. Yanî heger di rêyekê re girîlayek meşî be sivîlê ku rojekê heman riyê bi kar bîne dikare were qetil kirin. Çapemeniya Tirk jî bûyer piştî 10-12 saetan wek îdia weşand û tesbîtên, ‘nayê zanîn ka kesên hatine kuştin gerîla ne an sivîl in’’ kir.
Ji bo AKP û Artêşa Tirk qet ferq nake ka kesên hatine kuştin gerîla ne an sivîl in. Heke Kurd bin ji xwe pêwistî bi tiştekî din tune ye. Hêna beriya çend rojan Wezîr û murîdê Recep Tayyîp Erdogan Îdrîs Naîm Şahîn vekirî got, ji stranbêjan heta bi siyatemedaran, ji komediyenan heta bi resaman her beşê civakê di hedefa wan de ye.
Li aliyê din diyar e artêşa AKP’ê hem 50 Kurd qetilkirin û hestên xwe ên hovane tetmîn kir hem jî peyameke bi xwînê nivîsandî da gelê Kurd û cîhanê ku wê tevkujî bidomin. Li aliyê din tol ji gundiyên herêma tevkujiyê hate girtin.
Hêna di hişê me de ye, gerîlayên li aliyê başûr ê sînor dîsa bi heman rêbazê hatibûn qetilkirin bi serhildana gelê Kurd û bi taybetî ya gundên herêmê ên şêvî din bûn hedefa tevkujiyê sînor hatibû derbaskirin û tevî hemû êrîşan mînakeke bêhempa ya xwedîderketina şehîdan hatibû nîşandan.
Careke din tevkujî pêkanîn xwîna Kurdan hate rijandin. Tiştekî em ji bo AKP û rayedarên dewlet û artêşê bêjin tune ye. Bi xwîna hat rijandin a bi dehan Kurdan diyar e bi tetmînbûna hestên wan ên xwinrij re ji xwe çûne û hêna bi xwe ne hatine. Yên Heronan, îstîxbarata ‘germ’ didin dewleta hov a Tirk jî niha hesabê piştî vê encama ‘serkeftî’ ka dê kîjan îhale, kîjan tawîzê ji Tirkiyeyê bistînin dikin.
Gotina min ji hevkarên AKP’ê yên Kurd re ye. Vekirina ekrana televîzyonekê, quncikeke rojnameyê, dayina xelat û rantê ya ji bo we tev li ser xwîna zarok, jin, ciwan û mirovên Kurd ên bi napalman tên parçekerin e. Ji vê saetê pêde hevkariya AKP’ê ji xiyanetê jî wêdetir bi her alî dûrketina ji hestên mirovî pêde ne tiştekî din e.


AZÎZ OGUR