Fethullah Gûlen, dewletê, -ku rêxistina destdanîna ser keda mirovatiyê ye- pîroz dibîne. Hem pîroz dibîne, hem pesnê dewleta xwe ya zordest dide ka çiqas xwedîhêz û xwedîqudret e. Lê ne tenê pesnê xurtbûna dewleta xwe dide, keyfxweşiya xwe tîne ziman ku endameke NATOyê ye û bi saya NATO’yê bûye xwediya hêzeke mezin û di nava hêzên sereke yên dinyayê de cihê xwe digire. Ango dilxweş dibe ku çek û alîkariya leşkerî ji hêzên ne Misilman bistînin û bi wan çekan Kurdan bikujin.
Fethullah Gûlen, ji axaftinên wî û ji rûyê wî yê tirş diyar dibe ku ji artêşê pir hêrs bûye, bi hişkî rexne dike. Çima? Sedemê hêrsbûna wî ev e: Dibêje; jimara çekedarên me digihe milyonekê; çar cureyên istixbarata me hene, -lê ez niha naxwazim navên wan bêjim-; em di nava hêzeke weke NATO’yê de ne; bi istixbaratên biyanî re projeyên me yên mûşterek hene; digel wî qasî ev 30 sal in çawa we tev nekuştine, çawa we tev tine nekirine; çawa we koka wan neaniye?
Wisa xuya dike ku sedemê girtina generalên Ergenekonê biserneketina wan ya li hemeberî Kurdan e. Ji ber ku bi ser neketine niha tên cezakirin.
Çiqas dibin bila bibin, jimara kuştina mirovan ji bo Fethullah Gûlen ewqas ne girîng e. Di vê mijarê de wiha dibêje: Ma jimara wan çiqas e? Dibêjin her tim 500-600 kes li serê çiyayan in. Ez dibêjim bila ne 600 bin, bila 6 hezar bin, nexêr, bila ne 6 hezar bin, bila 50 hezar bin. Ma milyonek artêşa me ji kîjan rojê re ye? Hêz pir e, çek pir in, alîkariya NATOyê pir e; dora wan bipêçin; wan tine bikin; koka wan bînin.    
Di dirêjiya axaftina xwe de wiha dibêje: Ew der ne Çîn e, ne Maçîn e, ew der welatê me ye. Di dema xwe de em li stûyê dijmin siwar bûne me ew der ji bo xwe kiriye welat.
Gûlen, doh ji pişta çiyayê Qaf hetiye, îro ji bo welatê Kurdan dibêje welatê me ye. Kurdan jî ji bo xwe dijmin dibîne û diyar dike ka çawa şkandine û li stûyê wan siwar bûne.
Wisa xuya dike, piştî ku dewleta Tirk bi tevayî ketiye destê Fethullah Gûlen, êdî pêwîst nabîne rûyê xwe yê rast veşêre. Çawa be girêk li pişt heçik ketiye.
Ji sofî û mirîdên xwe re wiha dibêje: Divê hişê we, aqilê we, xewnên we, xeyalên we tev li ser tinekirina wan bin. Bila wisa hişê we li ser tinekirina wan be ku, dema hûn desnimêj digirin, li şûna destan, lingan bişûn, li şûna lingan serê xwe bişûn; lingên xwe berî destên xwe bişûn; nizanibin ka hûn çi dikin. Gûlen hê pêşdetir diçe, dibêje; dema hûn nimêj dikin nimêjên xwe şaş bikin, tevlîhev bikin; nizanibin ka hûn çawa nimêj dikin. Çima? Lewre hişê we tev li ser tinekirina wan e ji ber wê.
Dema mirov guhdarî van gotinên wî yên bi kîn dike û çav bi wî dîmenê wî yê çavsor û çavşimşirî dikeve, zanayekî olî li aliyekî, yê nas neke û kumê li serê wî nebîne wê bêje an Hamanê Misrî yê hemdem e, an zordestekî dema koledariyê ye, an jî serfermandarekî artêşa Holako ye. Û her ku diçe baştir diyar dibe ka heta niha wî û hevalbendên xwe çi bo çi nimêj kirine, ji bo çi rojî girtine û ji bo çi rondikên derew rijandine. Ji bo wî desnimêj û nimêj ne girîng in, şaş bikin, tevlîhev bikin ne girîng in, ya girîng ew e ka wê çawa koka Kurdan bînin.
Fethullah Gûlen, çareseriya pirsgirêka Kurd di kuştin, tinekirin û qirkirinê de dibîne. Û ji bo dema borî jî wiha dibêje: Eger me bi têrayî mele û waiz bişandan wê herêmê, meyê bikariya pêşiya pêşketina wan bigirin.
Pêwîst dike miriov pirseke wiha bike: Gelo, Fethullah Gûlen gelê Kurd ewqas cahil, xeşîm û lipaşmayî dibîne? Wê mele û waizên Fethullahî biçin Kurdistanê Kurdan nû Misliman bikin? Ma Kurd bi qasî Fethullahiyan jî ji dîn fêm nakin? Wê dînê xwe ji Fethullahiyan fêr bibin?
Pirsgirêka Kurd pirsgirêka Rojhilata Navî ya herî mezin e; wê ev pirsgirêka neteweyî û navneteweyî bi çar sofiyên Fethullahî çareset bibe?
Fethullah Gûlen di axaftina xwe de wiha dibêje: Eger me bi têrayî endamên MÎT û istixbaratê bişandan herêmê wê pirsgirêk çareser bibûya. Li gora zêhniyeta wî û li gora mejiyê wî pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke istixbaratî ye. Di vir de niyeta wî pir baş diyar dibe ka dixwaze pirsgirêka Kurd çawa çareser bike?
Ji bo ku pêşengên gelê Kurd ji kokê ve biqelin, biroxin û tine bibin, di dawiya axaftina xwe de daxwaziya xwe bi nifiran tîne ziman û wiha dibêje: Xwedê tu yekîtî û tifaqa wan xira bikî, tu mal û warên wan serûbin bikî, tu wan jar û perîşan bikî, tu koka wan bînî. Yên li dorê jî tev bi hev re dibêjin; Amîn!
Ka duayên kesên wiha qebûl dibin an nabin li aliyekî, lê wisa xuya dike ku duayên wî ji bo artêşê ferman in. Lewre piştî wan axaftinan artêşa wî li Geliyê Tiyarê gotinên wî û fermanên wî yek bi yek tev pêk anîn; her rengê çekan bi kar anîn, kîmya bi kar anîn, napalm bi kar anîn û bi dehan bedenên zaroyên gelê Kurd şewitandin û parçe kirin.
Axaftina wî nêzîkî saetekê dikişîne; pir bala min kişand, yek gotin tenê ji bo mirovatiyê, ji bo aştiyê ji devê wî dernakeve. Ji bo ku koka civakekê biqele Misilmanek çawa dikare nifirên wiha bike û fermanên wiha bide? Çawa bikare pişta xwe bide hêzeke weke NATOyê? Mirovekî wiha, çiqas Misilman e, çiqas mele ye, çiqas xwedîwijdan e û çiqas mirov e. Em bersiva van pirsan bi hêviya we ve dihêlin.  
*Kesê bixwaze dikare di “Herkûl.org’ê de guhdariya axaftinên wî bike.

DIYAR BOHTÎ