Lîderê dînî yê Şîî li Iraqê, Ayetûllah Alî Sîstanî ji bo bidawîkirina krîzê bangkir da ku hilbijartina giştî bê kirin.
Li Iraqê dema ku ji bo diyarkirina serokwezîrê nû hatibû destnîşankirin bi dawî bû. Desthilatdariyê sê rojên din dan pêşiya xwe.
Ayetûllah Alî Sîstanî ku otorîteya herî bilind a Şîî ye li Iraqê, xwest ku hikûmeta nû di demeke kurt de bê avakirin û got, "Divê desteya wezîran ji demê re neyê hiştin. Divê qanûneke nû ya hilbijartinê bê pejirandin, komîsyoneke hilbijartinê ya nepartîzan bê wezîfedarkirin û amadekarî ji hilbijartinên giştî re bê kirin."
Heta niha her partiyê endamek ji vê komîsyonê re dişand. Lê belê komîsyon her tim dihate sûcdarkirin ku hîleyan dike.
ANF/BEXDA