Rîchard Rachûled derbarê modela gel a li Rojava û Mexmûr de wiha axivî „Me xwest rêxistinbûyîna navxweyî ya gelan a li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li Kurdistanê lêkolîn bikin. Em alîgirê xwe birêxistinkirina gelan e.“Rachûled diyar kir ku weke sendîka ew şoreşa Rojava yanî sîstema kantonan ji nêz ve dişopînin û got, „Ev sîstem ji bo tevahiya civakê modeleke nû ye. Zêdeyî 4 sal in li Rojava gel xwe bi xwe bi rê ve dibe. Ev rewş ji bo gelan, çavkaniyeke hêviyê ye.“


Em ê piştgiriyê bidin şoreşa Rojava

Endameke din a sendîkaya CGT Roza Mûnzûr a ji Dêrsimê ye got, „Em pêşî çûn Rojava û me sîstema li wir lêkolîn kir. Me li cih dît ku gel sîstema xwe ya demokratîk ava kiriye. Sîstemeke demokratîk a di nav de dewlet nîne, heye. Û ya herî girîng jî hêza pêşeng a vê sîstemê, jin e. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, şoreşger ji malbatekê ne. Em bi hêza kedkaran bawer in. Sendîkaya CGT a navenda xwe li Fransayê ye, zêdeyî 120 sal in li her devera cîhanê bi karkeran re di nava piştgiriyê de ye. CGT malbateke mezin e. Em ê bi heman rengî piştgiriyê bidin şoreşa rojava.“


Her gel vê sîstemê ji xwe re esas bigire

Her wiha Roza Mûnzûr sîstema rêveberiyê ya wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî nirxand û got, „Haya min ji wargeha penaberan a Mexmûrê hebû, lê cara yekê min dît. Li vir sîstema dewletê nîne. Şêniyên kampê di nava xwe de sîstemeke demokratîk ava kirine. Van mirovên bi zorê ji cih û warên xwe hatine koçberkirin, sîstemeke ku li devereke din a cîhanê nîne û qadeke nû ya jiyanê ava kirine. Şaredariyên xwe hene, tevî vê yekê Meclîsên xwe yên gel hene. Û xwedî hêzên xweparastine ne. Vê sîstemê bandoreke mezin li min kir. Li gorî min divê her gel vê sîstemê ji xwe re esas bigire.“Mûnzûr her wiha ragihand ku wan li Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi hin kampanyayan kirine û got, „Azadiya Birêz Ocalan bi qasî Kurdan ji bo gelên din jî girîng û watedar e. Lewma ev kampanyayên me wê bidomin.“


 MEXMÛR