
Heyetê di çarçoveya ji nû ve amadekirina pêkhateya xwe de doh li nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê bi rêxistinên civakî û kesayetên serbixwe re yên di nav KNK’ê de cih digrin civînek pêkanî. Di civînê de bi awayek berfireh li ser xebatên KNK’ê û ji nû ve avakirina sîstema wê ve nîqaş hatin kirin. Civîn ji aliyê Endamê Konseya Rêveber yê KNK’ê RojanHazim ve hat kirin.
Hazim da zanîn ku, Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji aliyê bîr û raya giştî ya Kurdistanê ve baş tê zanîn û baş tê naskirin. Ji destpêkê de kar, xebat, plan û projeyên netewî di pratîkê de bikartîne, bicihtîne. Gotinên xwe wiha rêz kir; “Di vî warî de li ser hemû beşên Kurdistanê radiweste, herwiha bi dem û dezgahên siyasî, civakî û kesayetên serbixwe yên demokrat di nava têkiliyan de ye. Li ser bingehê avakirina yeketiya netewî danûstaninan pêktîne. Li seranserê Kurdistanê û dîasporayê şêwir û nîqaşên netewî salane yan jî şeş mehan carekê pêktîne, da ku bîr û raya giştî, welatî ya Kurdistanê germ û geç bigre. Dîtinên hevpar û netewî komî ser hev bike, di vî warî de helwesteke hevbeş ya netewî û nîştîmanî amade bike.”
Amadekariya civata giştî
Herwiha Hazim têkildarî serdana heyeta wan ya Herêmê dîtinên xwe wiha anî ziman; “Bi vê bûneyê heyeta KNK’ê serdana Herêma Kurdistanê kir. Weke her car li gel hemû dînamîkên netewî û nîştîmanî yên Kurdistanê emê hevdîtinan pêkbînîn û bitaybetî jî îsal 31’ê Gulanê û 1’ê Hezîranê KNK şêwîra netewî kom dike. Wê civata giştî pêkbê. Di vê civata giştî de KNK ve reformên mezin emê çêbikîn. Em dixwazîn KNK’ê di hemû aliyan de nû bikîn, dinamiktir bikîn, da ku nûnertiyek bilind ya netewî û nîştîmanî di nava KNK’ê de pêk bê. Kar û xebatên li Kurdistanê zêdene. Em bawer dikîn hemû dînamîkên netewî di vî warî de çi rola dikeve ser milê wan kêm zêde tînin cih. Lê dixwazin kar û xebatên li seranserê Kurdistanê û dîasporayê tên kirin bi koordînetir û birêkupêk tir bidin kirin. Di aliyê dîplomasiyê de jî bi heman şêweyî em dixwazîn xebatên xwe pêş bixîn.”
Hazim wiha pêde çû; “Di serdana xwe ya Başûrê Kurdistanê de, em bi endamên xwe re civiyane û nîqaşên ji bo reform û organizasyona mezin a KNK’ê pêktînîn. Ji xwe li Ewrûpayê jî dîtin û nêrînên endamên me di vî alî de hatine wergirtin, hevbîriyek mezin pêkhatiye ku divê KNK’ê berfireh kirin, xurt tir kirin di hemû waran de.”
Guhertînên bingehîn wê pêk werin
Hazim têkildarî rojev û berpirsiyariyên civata giştî ya pêk werê de jî wiha got; “Di rewşa heyî de bi endaman re em di nava danûstandin û nîqaşên berfireh de ne. Di vî warî de bîr û hizrên gelek xurt derketine pêş. Bi amadekariyek mezin emê di peyman û peyrevên sîstema KNK’ê de emê nûkirinek bingehîn pêkbînîn. Em dixwazîn civata giştî ya Brûkselê bikîn navenda nîqaş û şêwirek mezin ya netewî, nîştîmanî ya Kurd û Kurdistanê. Emê bi rengekê nû, bi pêngavek nû KNK’ê mezin bikîn ku, bibe bersiva hemû pêwîstiyên netewî û nîştîmanî.”
Hazim got li Kurdistanê gelek komên gel yên etnîk hene. Lewra KNK di heman demê de van kêm netewên Kurdistanî jî digre nava xwe. Ji ber vê jî hem di aliyê sîstemê de hem jî di aliyê sîstema rêveberiyê ve wê guhertinên kur bên pêkanîn.
Emê piştgiriyê bidin kantonan
Di derbarê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û avakirina her sê kantonên Rojava, Endamê Konseya Rêveber ya KNK’ê Rojan Hazim hestên xwe wiha anî ziman; “Li gel vê yekê gelek pêşketinên nû li Kurdistanê çêdibin. Li Kurdistana me ya Rojava sîstemek nû ya xweseriyê pêkhatiye. Kurdên me yên Rojava li gorî pêwîstiya xwe modelek nû wekî kantonan a xweseriya demokratîk avakirine.
Em weke KNK dixwazîn di hemû waran de piştgiriyê bidîn kantonan. Bi vê bûneyê KNK’ê biryar daye bûroya xwe li paytexta kantonên Rojavayê Kurdistanê Qamîşlo veke. Heyetek bilind a KNK’ê li gel endamên xwe yên Başûr jî di nav de emê biçin serdana kantonên Rojava. Emê di serdana xwe de, hem bûroya xwe vekîn û hem jî bi hemû dînamîkên netewî yên Rojava re têkiliyên xwe pêşbixîn ku, hem destkeftî bên parastin hem jî destkeftiyên Rojava bên zêdekirin.”
WEHBÎ DEMÎR /DÎHA/HEWLÊR