Li bajarê Elmanyayê Freiburgê biyologan dest pê kir û mîrokan li ser bandeke glover gerandin da ku tê derxin ka sîstema wan a rêdîtinê ango navîgasyonê çawa dixebite.  Armanc ew e ku vê behremendiya mîrokan ku ji wan tê li çolê jî bi ser kun û hêlînên xwe ve bibin, ji bo robotan jî çêkin. 

Encamên destpêkê yên lêkolînê jî di kovara Journal of Experimental Biology de hatin weşandin. Li gorî vê mîrok rêya didin ber xwe bi hesabê gavên diavêjin dipivîn. Ji bo ku rêya xwe wenda nekin jî li rojê dinihêrin.

Ango bi rengekî li gorî saeteke xwe ya hinavî tevgerên xwe tomar dikin û pê riya xwe dibînin.

Ekîba lêkolînê ya ku Dr. Matthias Wittlinger pêşengiyê jê re dike, ji bo vê lêkolînê bandeke digere ya bi rengê kureyekê çêkir. Wittlinger got, vê bandê kiriye ku mîrok bikeve mekanekî xeyalî û ev banda digere gelekî bi wan re alîkar bûye.

Lêkolînerê Elman wekî din îşaret pê kir ku ji bo sîstema xweber rêveçûnê ya robotan ji lêkolîna wan sûd dikare were wergirtin. 


 FREIBURG