
Li Kantona Efrînê piştî ku di encama xebatên 4 salan de sîstema perwerdeyê li gorî paradigmaya civaka demokratîk hate nûkirin, sala nû ya 2015-2016’an jî di 28’ê Îlonê de li gorî vê sîstemê destpê kiribû.
Di rewşa niha de li 306 dibistanên tevahiya Kantonê bi deh hezaran zarok bi zimanê dayikê têne perwerdekirin. Tenê di sala nû ya perwerdeyê de ji bo dibistanên seretayî 31 hezar şagirt hatin qeydkirin.
Li van dibistanan 1625 mamosteyên ku ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ve hatine gihandin jî dersan didin zarokan. Ji van mamosteyan 100 ji bo perwerdeya bi zimanê Erebî hatin erkdarkirin.
Bi malbatan re civîn
Li aliyê din Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk ev demek e, ji malbatên şagirtan re civînan li dar dixe û navaroka meteryalên nû ji wan re şîrove dike. Her wiha hewl dide ku van meteryalan li tevahiya malbatan belav bike.
Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk her wiha li 31 hezar şagirtên dibistanên seretayî cilên dibistanê belav kirin û ev xebat berdewam dike. Komîte hemû meteryalên nû jî bê pere li şagirtan belav kirin.
Rêvebera Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Kantona Efrînê Jîn Bekir diyar kir ku hin dezgehên çapemeniyê ku dijminahiya gelê Kurd dikin, gelek propagandayên reşkirina sîstema perwerdehiya civaka demokratîk dane meşandin. Lê bi saya israra gel di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ev propaganda hemû vala hatine derxistin. Jîn Bekîr da zanîn ku daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî jî di nava welatiyan de her diçe zêdetir dibe.
Dê bav jî razî ne
Dayika bi navê Leyla Fîla jî diyar kir ku sîstemên Kurdistan dagir kirine hertim ew ji mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar kirine û ev maf ji bo wan mîna xewnekê bû. Leyla got ku ev xewn êdî pêk tê û niha jî zarokên wan rastiya xewna dayîk û bavên xwe jiyan dikin.
Zarokên bi navên Rosêl Silêman ku a di refa 3’emîn de ye û Sêvîn Mustefa ku refa 4’an dixwîne, derbarê yekemîn car perwerdekirina bi sîstema nû ya perwerdehiyê kêfxweşiya xwe anîn ziman.